Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî sibe dê serdana welatê Urdinê bike. Barzanî di vê serdana xwe de dê beşdariyê di kongreyeke aborî de bike.
Li gor zanyariyên Rûdawê, sibe Pêncşembê, Barzanî bo beşdarîkirinê di kongreya aborî ya Behra Mirî de diçe Urdinê.
Barzanî dê di vê serdana xwe de ligel Şahê Urdinê, Ebdullah û çend berpirsên pilebilind ên wî welatî hevdîtinan pêk bîne.
Biryar e kongreya aborî ya cîhanî li rexê rojhilatê Behra Mirî di rojên 21 heta 23 vê mehê di bin navê “dîtina çarçoveyeke herêmî nû bo geşepêdan, aştî û hevkariya di navbera sektora taybet û ya giştî” bê li darxistin.
Di vê kongreyê de, jibilî Serokê Herêma Kurdistanê, nêzîkî hezar kesayetî ji serkirdeyên dewletan, siyasetmedar, sermayedar û bazirganên 50 dewletan beşdarî vê kongreyê bikin.
Rûdaw