Derhênerê navdar yê kurd Hiner Selîm dest bi kişandina filmekî nû kir li bajarê Stenbolê. Filmê bi navê Kirasê Teng ku çîroka çend jinên ku dixwazin modeltiyê bikin vedibêje, gelek lîstikvanên navdar yên ji Tirkiyeyê li xwe digre.
Derhênerê kurd Huner Selîm ku bi gelek filmên xwe di çendîn festîvalên navnetewî de cih girt û çendîn xelat wergirtin e, ji bo filma xwe ya nû ya bi navê “Kirasê Teng” bajarê Stenbolê hilbijart.
Huner Selîm piştî filmê xwe yê bi navê My Sweet Paper Land dîsa berê xwe dide çîrokên jinan.
Lîstikvanê filmê Înanç Konukçu wiha got:
“Ez di film de jiyana wênekeşekî dilîzim. Ji bo min kêfxweşiyeke mezin e ku ez bi derhênerekî kurd re kar dikim. Lewra ez jî kurd im. Em bi hêvî ne ku dê filmekî baş derkeve holê. Em jî bi kelecaniyekê li bendê ne. “
Filma ku ev sê heftîne tê kişandin û tê pêşbînkirin di meha Îlonê de bighîje temaşevanan.
Rûdaw