– Li Hesekê li ser banê malê-di wê demê de-weke trafîkekî min çavdêriya stêrkan dikir, û çavên minî nezan nêçîra wan stêrkan dikir.
– Helbest salên jiyana min kêm dike, lê hestên min mayinde dihêle.
– Helbesta minî yekemîn bi zimana Erebî bû, ew li ser terezorê bû lê bi wateyê nûjen bû, behsa qeder û xwesteka mirov di jiyanê de dikir, nuha 7 sal derbas bûn û hîn ez berdewam im.
– Helbest azadiyê dide min û jîwera minî derûnî ji min distîne, wateya hebûnê dide min û ne aramiyê ji min distîne.
– Dema min Mu`alleqatên Erebî xwendin weke ku nameyek ji min re were ku helbest dikare mirinê têk bibe.
– Herweha ji bo ku welat nemîne zindaneke mezin û hewelatî tê de bi azadî bifire divê ew hesinên dora azadiyê bên şikestin.
– Ez ne gellekî bi ramana hebûna yekîtiyekê ji nîviskaran re me.
– Ez rêvebira beşê Kurdî di radyoya “WELAT FM” de me, 3 bernameyên min hene.
– Gendelî di hemû warên ragihandinê de heye, herweha herdem piştigiriya diravî dibe lîstikvanê serek e di rêça ragihandinê de.
– Ferînaz nûnertiya dîrok û hebûna Kurdan dike, pirsgirêka gewre dema hin kes li vê bûyerê weke bûyerê jinekê lê binerin.
– Ez aşiqa strana Rojhilatê Kurdistanê me, her dengek ji wê imbiratoriyeke mûzîkî ye.
Hevpeyvîn: Qadir Egîd
Wek ku mȇvana me xwe dide nasîn em jî wisa wê pȇșkȇș dikin:“Navê min Xunav e, ez di 21 heyva Berçileyê sala 1992 an ji dayik bûme, ji bajarê Hesekê me, bavê min endeziyarê çandiniyê û mamosteyê zimanê Kurdî ye, û diya min karmendek di dezgehên hikûmetê de ye, em sê zarok in, ez ya nêvî me di malê de, û keça mezin im, min wêjeya Erebî li zanîngeha Hesekê xwendiye, û niha ez li Qamişlo dijîm, helbestê bi zimanê Kurdî û Erebî dinvîsim, herweha di warê ragihandina Kurdî de jî kar dikim”.
– Helbestvan Xunav Kano kengî dest bi nivîsandina helbestê kir?
di destpêkê de kî ye ewê merov dike helbestvan, helbest rojevek e an pesn e, normal e an jî wereke taybet e, pênûs e an jiyan e?
dema ez li dibistana navendî bûm di pola 10an de bûm, temenê min 15 sal bû, dema sîpe bûm, min ji waneyên zimanê Erebî û Ingilîzî hez dikir, li hêviya se`atên wan dimam weke zarokekî hêviya beyaniya cejnê be, û ji bendewariyê di xew de neçe, weke zarok min nizanîbû çi hest e, lê tê bîra min dema mamosteyê min behsa “Şêkisbîr” dikir peşkin ji wê kaniyê li min diketin, dema mamostê zimanê Erebî dest bi şîrovekirina deqê helbestê dikir piştî xwendinê, weke bablîsokekê min behsa hest û wateyên wî helbestvanî dikir, dema min li stranên “Um Kelsûm” guhdar dikir, bi gupgupên dilê evîndarekî dema evîna xwe didît, min pênûs û rûpel tanî û gotinên stranan dinîvisand, dema şev li xakê diket li mala xwe li Hesekê li ser banê malê-di wê demê de-weke trafîkekî min çavdêriya stêrkan dikir, û çavên minî nezan nêçîra wan stêrkan dikir weke ku ez mîra asîman im, pişt re min dest bi nîvisandina bîranînên xwe kir, bîranîn in balkêş bûn, min behsa jiyana xwe ya rojane bi rengekî helbestane dikir, helbesta minî yekemîn bi zimana Erebî bû, ew li ser terezorê bû lê bi wateyê nûjen bû, behsa qeder û xwesteka mirov di jiyanê de dikir, nuha 7 sal derbas bûn û hîn ez berdewam im di nîvisandina helbestê de…
– Helbest çi dide te û çi ji te distîne?
helbest azadiyê dide min û jîwera minî derûnî ji min distîne, wateya hebûnê dide min û ne aramiyê ji min distîne, gulê dide min lê xunava wê ji min distîne, awazek xweş dide min lê amûrên mûzîkê ji min distîne, baranekê dide min lê ewran ji min distîne, germbûnê dide min lê rojê ji min distînê…
Helbest salên jiyana min kêm dike, lê hestên min mayinde dihêle…
– Hûn çi şêweya helbestê dinvîsin?
min diyar kir ku bi du zimanan dinvîsim, bi rastî min bi Erebî destpê kir, û hîn jî berdewam im û ev sê sal in ez helbesta Kurdî dinvîsim, destpêka deqê min kilasîkî bû lê pişt re min warê pênûsa xwe yê rasteqîne di helbesta nûjen û azad di her dû zimanan de min dît…
– Kevin û nû, bêhtir Xunav Kano ji kê re xwendiye, ȗ bandora kȇ li ser heye?
bêhtir min wêjeya Erebî dixwend, bi taybetî helbestên Erebî destpêka min Nîzar Qebbanî, Mehmûd Derwîş, Ehmed Şewqî, Ebû Fîras Elhemedanî, pişt re min berê xwe da romanên Erebî û bi taybet yên nîviskar Necîb Mehfûz min gellekî jê re dixwend, herweha romana Sûrî weke ya Henna Mîna, hin wêjeya Rûsî ya wergerandî weke Distoviskî, piştî ez derbasî zanîngehê bûm asoyin nû di aliyê wêjeyê de ji min re vebûn, min dixwest ez ragihandinê an zanistên siyasî bixwînim lê şensê ew bû ku wêjeya Erebî bixwînim, dema min Mu`alleqatên Erebî xwendin weke ku nameyek ji min re were ku helbest dikare mirinê têk bibe, her pirtûkek bandoreke wê ya cûda heye, wêjeya rasteqîne nahêle tu pê bêbandor nebe, nahêle tu wê ji bîr bike, her rûpelek jê mîna darekî di baxê bîranîna te de tê çandin, dema ez ji pirtûkekê hez dikim bê hemdî xwe ez kesayet û bûyerên wê ezber dikim…
dema ez li valahiya jiyanê dinerim, romana heste ya Henna Mîna tê bala min, dema giranbûna jinê dibînim malikên Emre`û Elqeys tên bîra min, dema jiyan bi firehiya xwe li min teng dibe kesayetiya Emîna ya di romana “Ez Azad Im” ji Ihsan Ebdul Qidûs re ber çavên min diyar dibe….
– Nivîsandina we ji helbestê re bêtir bi kurdî ye yan bi Erebî ye?
Sê salên dawî şerekî gewre di navbera hest û dirbirîn û zimanê min de çêdibin, ez dixwazim nîviskara herdû zimanan bimînim, lê di dema dawî pênûsa min ber bi aliyê zimanê Kurdî ve diçe, weke riyeke hemû libên zeytonan bo gihiştina malê, wisa pênûsa min di rêça zimanê Kurdî de dimeşe….
– Hûn ji bilî helbestê di çi cureyȇ wȇjeyȇ de nivîsandinê dikin.?
Ez gotarê bi her dû zimanan dinvîsim, caracaran hewldan hene ango deqê wêjeyê bi saya hest dixwaze xwe bi rengekî nû derxe, mîna çîrok û şano, berî demekê jî min nêzî 50 rûpelî ji romaneke Erebî nîvisand, û min berdewam nekir…
– Xunav Kano beşdarî tu fastîval û pêşbirkê helbestî bûye?
şevbûhêrka minî yekemîn di sala 2012an li zanîngeha wêjeyan li bajarê Hesekê bû, piştre ez beşdarî gellek şevbûhêrkên hevpar li Qamişlo û Hesekê û Amûdê û Dêrikê bûm, herweha berî salekê ez beşdarî festîvala Buharê û ya helbestê bûm bi helbestên Kurdî..
pêşbirkek li navenda Zelal li bajarê Qamişlo çêbû bi zimanên Kurdî û Erebî, bi zimanê Kurdî ez beşdarî wê pêşbirkê bûm, û di helbesta Kurdî de biser ketim….
– Wek jinek nivîskar, hûn çawe şoreşa Sûriyê, û ya li Rojavayê kurdistanê dinerxînin?
Di nerîna min de şoreşa Sûryê ya jiyana Sûryê bi tevahî bû, û azadiya ku milletê Sûrî dixwest bi dest bixe îro hêdî hêdî ji bingeha perwerde û mejiyê Sûrî diguhere, weke tabloyeke ku ji nû ve bê nîgarkirin û keskesoreke xemilandî li ser reşbûnê bineqşîne, şoreş li Sûryê pêwîstiyeke girîng bû û divabe ku ev şoreş berdewam bike û biser bikeve, tevlî hemû hewldanên rêjîm û opozisiyon û hêzên Îslamî wê têk bibn, lê ez dibêjim şoreş ne ya kesekî şoreş tenê ya millet e…
Herweha ji bo ku welat nemîne zindaneke mezin ûhewelatî tê de bi azadî bifire divê ew hesinên dora azadiyê bên şikestin, û roj ji nû ve li ser hêlîna mirovahiyê hilê…
Riya şoreşê li Rojavayê Kurdistanê hat guhertin, dema milletê Kurd li azadî û netewa xwe digerya û hîn wareke xwe yê normal nedîtibû hêzên tundirew derbasî herêmên Kurdî bûn, û nema armanc şoreş e, ermanc bû jiyan!!
– Sedemên wan pirsgirêkên di Yekîtiya Nivîskaran de çi ne?
Ez endama yekîtiya Nîviskarên Kurd li Sûrya me, di kongirê yekemîn de ez tevlî wê bûm, ez beşdarî hin civat û şevbuhirkên wê bûm, di vê demê de tevlihevî di gellek waran de çêbûye, warê nîvisandinê yek ji wan wara ye, Herweha ez ne gellekî bi ramana hebûna yekîtiyekê ji nîviskaran re me, tenê eger bikaribe bi rola xwe rabe û xewnên nîviskarên belengaz bi cih bike, sedem ew e ku bêhtirê nîviskaran ne nîviskar in, û ermanca pênûsa wan ne wêje ye!!
– Tu programȇ siyasȋ jȋ pȇșkȇș dike, tu nabȋnȋ ku helbest ȗ siyaset du xȇzȇn rast in tu car li hev rast nayȇn?
Helbestvanê Sûrî Edonîs dibêje: Tu karê mirov tune ye jibilî qeşartina pîvasên asîman…
Her mirovek azad e bi karê ku dixwaze bike, mirovê helbestvan ne miroveke sîperî ye, ew xizan dibe karên baş û ne baş dike, ew xemgîn dibe û carcaran hêviya destekî dimîne ku hêsirên wî zuha bike, rojnamegerî nêzîktirîn kar e ji helbestvan re, herweha bernameyê min ya siyasî cûreyeke ji ragihandina ku ez tê de kar dikim, mirovê ragihêner sînor jê re tune ye, dema ermanc were destnîşankirin rêç hesan dibin…
– Berhemên we yên çapkirî çi ne?
Ta vê demê hîn min biryarek ne stendiye bê kengî ez ê pirtûkên xwe çap bikim, nuha du reşnîvîsên min hene yek komek helbestên bi zimanê Kurdî û yek din jî bi zimanê Erebî ye, herweha ez ferhengek navan amede dikim bi Kurdî, di heman demê de ez wergerandina komeke çîrokên bi zimanê Erebî dikim bi zimanê Kurdî, dibe ku helbestvan leşker be, ew serdema kevin ya ku divabû helbestvan tê de miroveke fermî be bi cil in reş be û herdem xemgîn be çû…
Nuha dema lêkolîn û belgekirinê ye, afirandin namire lê hest û berpirsiyartiya helbestvan nahêle ew li himberî rewşa hawîrdora xwe lal be, ji ber wilo gerek e ez hemû alîkariya ku welatê min ji min dixwaze jê re pêşkêş bikim, ji ber ku ez jê hez dikim…
– li ser karê xwe wek ragihêner, û xwedî program biaxive?
Berî sê salan ez derbasî xêza ragihandina Kurdî bûm, destpêka min bi kenala Hewlêr ya Başûrê Kurdistanê re bû, bernameyeke min bi navê “Ronahiya Rojava” hebû, ew bernameyeke heftane bû, li ser rewşa jiyanê li herêma Kurdî li Sûryê bû, pişt re ez bûm peyamnêra kovara Welat ya bajarê Qamişlo, nuha ez di radyoya Welat FM de kar dikim, herweha ez rêvebira beşê Kurdî di radyoyê de me, 3 bernameyên min hene yek bi navê “Çirûskên ji welat” e li ser behremendên li kantona Cezîrê ye, çi mûzîkî, nêgarî, nîvisandin, huner, û hemû warên afirandinê ye, herweha bernameyke din bi navê “Şûna Xunavê” heye ew li ser helebstvanên Kurd û Ereb in, bernameyeke min ya siyasî ji bi navê “Bi Zelalî” heye, ew li ser partî û rojeva siyasî ya Kurdî ye, herweha ez nûçeyan bi zimanê Kurdî jî pêşkêş dikim, ragihandina Kurdî westan jê re divê, ji mafê vê navçeya ye ku pêş bikeve, normal e di vê demê de gellek tevlihevî di kolanê ragihêner de çêbibe, ji ber nûbûna vê serhatiyê, lê piştî çend salên din em ê ragihandineke pêşketî bibînin, weke jineke Kurd di warê ragihandinê de kar dikim, ez dibînim ku divê cûdahî di navbera jin û mêr de di ragihandina Kurdî de tune be…
ji ber weke ku Mehmûd Derwîş dibêje: “Jin nexweşike heye biaxive”, herweha ez dixwazim ji jinên ragihêner re bibêjim ku divê hûn jinbûna xwe ji bo kar bi kar neynin…
– Di vê derfetê de ragihandina Kurdî peyamek wê aşkere heye, çi ye?
Nizanim mebest kîja ragihandin e, lê dikarim du persivan bidim, heger em behsa ragihandina Kurdî bi giştî bikin, peyama ragihandinê bêhtir partiyan e, ne netewî ye, gendelî di hemû warên ragihandinê de heye, herweha herdem piştigiriya diravî dibe lîstikvanê serek e di rêça ragihandinê de, peyama ragihandina Rojavayê Kurdistanê nuha ne gellekî diyar e lê bêhtir rewşa jiyanê bi taybetî şerê ku diqewime li navçeyê ye, hewldan ji aliyê hin ciwanan tê kirin ku peyameke zelal û rewşenbîrî û civakî ji şopêneran re rêkin, ku dûrî hemû ecindeyên siyasî be…
– Wek keçek kurd, rola jinê di van salên bûrî de çawe dinerxîne?
Bi rastî jina Kurd ji sedên salan ve ji civaka hawîrdora xwe pêşketîtir e, di hemû warên jiyanê de, ji dema ku jin û mêrê Kurd jiyan û kar bi hev re dikirin, şivan û Bêrîvan bûn, di warê ragihandinê de jina Kurd bê piraktîk derbasî vî karî bû, û dikarîbû di vê ezmûnê de biser bikeve, lê mixabin di warê nîvisandinê de bi taybetî ya wêjeyê hîn gellek rê mane ta jina Kurd xwe ji hawîrdora xwe azad bike, û hestê xwe yê taybet binvîse, bê çavdêr û reqîb hebin, dema jina Kurd xwe ji tirsê di pênûsê de xelas bike û xwe ji hestên kertonî bişo, em ê dê helbestvan û nîviskarin jin rasteqîne bibînin…
– We çawa bûyera “Firînaz Xisrewanî” xwend, û raperîna ku niha li bajarê Mihabadê Lidare?
Ferînaz nûnertiya dîrok û hebûna Kurdan dike, pirsgirêka gewre dema hin kes li vê bûyerê weke bûyerê jinekê lê binerin, Ferînaz kêşeya milletekî bindest e û birçiyê azadiyê ye, ne bûyerek normal e ku bi jinekê re çêdibe, herweha tevlî ku ez tekez im ku wê ev şoreş vemire, bi darvekirin û kûştin û girtinê, lê tu carî nayê jibîrkirin û dê bibe efsaneyek ji herçar perçeyên Kurdistanê, mîna Leyla Qasim…
– Wetaya van gotinan li rex Xunav Kano çi ne:
– Helbest: Hebûn- Evîn: derew-Stran: Guh dike bi wate- Brexwedan:Pêşeroj – Rojavayê Kurdistanê: Welat – ragihandin: Nanê rojane.
– Hejmarek baş ji jinên nivîskar hene, gelo çima hûn ji xwe re hevgirtineke jinên nivîskar çênakin?
Nizanim çi wateya baş e di vê pirsê de ye, nuha di deriya Kurdî de berê gemiyê li pênûs û nîvisandinê ye, pirsigrêkên wêjeya Kurdî gellekji yekîtî û hevgirtinan mestir in, karê serek e û pêwîst di vê demê de nîvisandin e, bitaybetî bi zimanê dayikê, nîvisandina hemû cûreyên wêjeyê, xewneke min e ku ez bibînim ku jina Kurd ne tenê helbestvan û çîroknivîs be, xewn ku jin lêkolîn û xwendinan çêke di wêjeyê bi tevahî de, û pencereyên nû di afirandinê de veke…
– Çi muzîk bala Xunav dikşîne?
Mûzîka resen û kevn, herdem kesên min nas dikin ji min aciz dibin, ji ber gellekî li mûzîkê guhdêr im, herweha ez ne weke keçên hevalên xwe di temen û zanîngehê de me, mûzîka nûjen tu carî bala min nakşîne, filkora û dîroka Kurdî di kilameke dengbêjiyê de ye, yawww çiqasî mûzîk gewre ye??
Ez xwe di awazên Ferîd Fircad de dibînim, mûzîka Rojhilatî bitevahî siya hebûna min e, nuha ez aşiqa strana Rojhilatê Kurdistanê me, her dengek ji wê imbiratoriyeke mûzîkî ye, tevlî ku ez gellekî jê fêm nakim lê mûzîk zimanê cîhanê ye, herweha mûzîka pilebilind herdem riya xwe ji guh û hestên min re dibîne, weke mozahingiv dema riya xwe di gulan de dibîne…
– tu wek jinek helbestvan, ta çi radeyȇ xwe di warȇ ragihandinȇ de dibȋnȋ, ȗ dikarȋ nameyȇ bigȋnȋ?
Herdem helbest û rojnamegerî girêdayî hev in, herweha mirovê jîr ê dikare her karekî bi mercên wî bike, ragihandin karê min e ez bi wê fêrî gerdûnê dibim, û wan zanyariyan diyarî mirovahiyê dikim, helbest jî siya min e, ez jiyana xwe ya rojevê dikim hest û wan di çemê wêje û hest de dirjînim…
– Gotina dawî..
Nîvisandin karek jinê ye, û weke Xunav Kano ez bi zelalî dibêjim ku di hemû rewş û temenê min de, min tu kes ji helbestê dilsoztir, û rastir nedît, rast e ez dilopên can û hestên xwe li ser wê dibarînim, lê ew hebûn û kesayetiya min ava dike….
Ev hevpeyvîn di Rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin, hejmara (19) an, 15.5.2015