Li navçeya Erdîş a Wanê rêveberê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP’ê) Necmedîn Açik û endamê Meclîsa Ciwanan a DBP’ê Ezîz Altin yên duh dema ji xebatên hilbijartinê vedigeriyan li Taxa Kocapinar ji aliyê polîsên sîvîl ve hatin binçavkirin, ji midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Erdîşê hatin girtin.
Açik û Altin ji aliyê dozgeriyê ve bi behaneya ku “endamê rêxistinê ne” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin, Açik û Altin hatin girtin û şandin girtîgehê.
Xendan