Wezareta navxwe ya Êraqê di beyannamekê de kuştina birazayekî dîktatorê hatiye darvekirin Sedam Hisên belav kiriye ku li nava rêzên DAIŞ de berpirs bûye.
Di beyannameya wezareta navxwe ya Êraqê de amaje bi wê yekê hate kirin ku navê ew berpirsê DAIŞ Îbrahîm Sebaawî ye ku biraziyê dîktatorê pêşî yê Êraqê Sedam Hisên e li navçeya Sîniye li nêzîkî qeza Bêcî ya bajarê Tikrîtê navenda parêzgeha Selahedînê hatiye kuştinê.
Diyar jî kiriye ku: Îbrahîm Sebaawî pêştir çendîn postên wî li nava rêjîma Baasê di serdema dîktatoriyê de hebûye û piştî ruxxana rêjîma Baas ew reviyaye.
Li gor zanyariyên ketine dest, Îbrahîm Sebaawî di sala 1966`an de jidayîk bûye û yekem postê wî di serdema rêjîma Baasê de berpirsê yekîtiya xwendekarên Baasê bûye û li jêr destê Udey korê Sedam de jî kar kiriye.
Jêderekê li wezareta navxwe ya Êraqê der barê kuştina Îbrahîm Sebaawî de got: 23 terorîst li Sebaawî bûn û ew yek ji tawanbarên serekî yê komkujiya Spayker bûye.
PUKmedia