Je`fer Joqy
1
Li ber sîmfoniya wendabûna rojê
Li ser baskên xewnan
Tu semayê dikî
Û ez jî…
Li pencereyan re
Ew ên şkestî ji dengê
Birûskên tava kenê te
Guhdariya tevger û livîna
Keziya te dikim
Dema ku çûk ji bin difirin
Wê demê
Hêsirên min jî
Penaberî ser tazîbûna laşê rûpelan dibin
2
Raserî kêşwerên tî
Tu dibî parçeyek ewir
Hezar dest
Hezar daxwaz
Hezar pirs
Berev te bilind dibin
Û ez jî
Li rexa dêmistana hêviyên xwe
Te vexwendî nav germahiya
Birîna xwe dikim
bi xwîna min re tevlî nav
Meya pêka min dibî û bi hev re
Hûn derbasî nav helbestekê dibin
3
Li demsala werîna pelan
Tu dibî ye kuliyek berf
Û bi nav çavên axê de dihilî
Ez jî…
Dibime daristaneke zîndankirî
Li nav çaxên xembariyê de
Poşman dikim sistema gerdûnî
Dahênerên xwezayê riswa dikim
Û berî ji qamdeketina dawî
Te silav dikim
Û sirûda vejîna te dikim sernavê
Serhildan û destkeftên dîroka çêbûna salnameyê