Luqman Ebdurihman
Buhara min çima her dem kiras sor e ?
çima peyv ariya li ber bay e?
kêf di dest de
xem di dil de
banga xewna mayî
tê bibe ji kê re?
Gurzên gula
binax dike
çivîk û bilbilan dixenqîne
çima rojên te bê bejin in
daristanên xeman e
perçebûn te dorpêç dike
Kevok û kulîlkên te dişewitîne
Buhara min çima zengil dihejîne?
Mirinek nû dîsa dide min
Va govend û stran e
Ken e
Gav li kolana dilîrînin
Dev sirûd in
Pinpinîkê kesk û sor in
Pîroz be pîroz be
delala min
sibe cejn e
Baskan vegrin
Perça bihev din
Ne kevir û dar in
Ne av û xunav in
xwîn û gewd in
Dest û ling in
Ser û çav in
Çîçek û benefş in
Dê û bav in
Şeva me gurê dev bixwîn e!!!
Navê pakrewanan bi agir ser sînga te datîne
Beyar.. Ciwan û Çîço ne
Evîn.. Nervîn û Nermîn e …
Ahora Mezda … Ahora Mezda
Çima Newroza me her demê sor e??