Hozanê Girkundê
Hîna zû bû
Ji dilê min, te bar kirî
ma çi bûbû?
ew xeyda te
dil û raman talan kirî
hîna zû bû…
Evîna te, ew bihna te
hîn li çola buhara min dikin girî
hîna zû bû…
Te hestên min tev şikandin
te jîna min bi xwe re pîr kir
li kolanê vê gerdûnê bela kirim
li ber deriyê kul û derdan
gelek dêşim
te ez hiştim
li şûna xwe
çi tiştên xweş te bi xwe re birî
hîna zû bû…
Ew kulîlkên me çandibûn
hîn zarok in
ew maçên te
di bêrîkên xewnê min de
heyv û rok in
xweş hevok in
hîna zû bû…
Em tenê bûn
te çi digot..!!
Min bawer kir
dest di dest de
çav di çav de
heta sibê em şiyar bûn
qet ji hevdû em têr nebûn
çima wa bû?
Bakî dijwar li me rabû
gelo rast e gunehkar im?
Bêje perî ..
hîna zû bû…
Wilo wilo
te ez kuştim
di nêv pirsên awirên xwe
te ez biriştim
gelek caran
li berpêjna nîgaşên xwe
te ez ristim…
ji dilê xwe bawer meke
derewîn e.. xapînok e….
Ji bala xwe
te min avêt bi erzanî
bi wê ava azariyan
te ez şuştim
hîna zû bû…
Er ê ez im
min dil da te
min xew da te
min dem da te
min rastî da te
û te çi dixwest
min dida te…
Erê erê ji bona te
mest û dîl bûm,
hîna zû bû…
Va tê here..
tu bi xwedêkî venegere
nema ji te bawer dikim
ne ji xapên hêsirên te
û ne ji peyvên wan lêvên te
nema bo te
wekî berê gelek dêşim
ji êşê re, xaçirêk im
ez dildar im…!
Ji lewra ez wêneyên te
xeyala te, evîna te
her tiştên te
ji serê xwe dûr davêjim,
hîna zû bû…