Miș`el Osman
Dergehê asîman vebȗ
Sitêr hatin xwar
Rengê pertewê hate guhertin
Di zindanek vekirî de
Li deşta Alȗcî
ςav westiyan
ςog lerizîn
ma wê hêsir xwînê bişo..hevalo
li welatê me
di heyamên paşguhkirî de
digotin: Zarok ςirȗskin
di quncikên tarî de..
de ka em pencereyan vekin
ji qumrîȗςivîkan re
vaye bi mayinan
me pîroz dikin..hevalo
bi golên xwînê
tiliyên demê hine dikin
direfşê Kawa dizîn
Rexşê Rustem…
di laşên ςelmisî de
cihokên berbangê dikolin
hêêê.. ma hȗn ςi ji birînên min dixwazin
wan najon bi hêla sînor ȗ windabȗnê ve
di şevê de bêtir geş dibin
xunςeyek … du gulokên berfê li ser ςavên wê
girnijîna binavkirinê
li ser lêvan diςirisî …digot
Ma evqa birînê min tirsok in
bavê min ςȗ
diya min ςȗ
ςavê min ςȗ
bihêlin ez bigrîm..
hinek bi xwînê
bejna xwe şuştin
hinek bȗn tiraf
lê ne şewitîn
êş bêdeng ma
goristan pala xwe da gopalekî
ȗ mistek gazin belavkir
despêka şevê bȗ
Seher xunav ji ser mijankê xwe daweşand
ȗ bi şengebiyê re
bo mirinê dikeniya
keskesor reş girêda
li ser welatê veşartî
di ςavên evîndar
ȗ di ςavên zarokan de.