Mendêwar.
Em in bingeha tev ola
bi destpêka çiya û çola
me got ji êzdan re hole
berî peydabûna dîna .
Bi av û agir û bay
bi heyv û roj û ronay
me nas kir sira xweday
berî Tewrat û Yasîna .
Lê dijminêd ola paqij
çav sor û gawirêd xwînmij
bi talan û fermanêd komkûj
li cîhanê em belakirî ne.
Li dema dewleta Osmanî de
me xwîn û can û serî da
li bin rijêma berberî de
bi rastî me got em kî ne .
Li seranserî hemu çerxa
em ser birin weke berxa
xwîna me bi kêmtirîn nerxe
diherke ji deriya birîna .
Ji melyona em mane hindik
ji bajara bûne gundik
gelek tiştê bi biha û rindik
kete bin simêd mehîna .
Kê qasî me li vê dinê
vexwar ji meya mirinê
ji destê dijminêd behtinê
xwe parast bi qet û pîne .
Me dest ji dozê berneda
a şêrîn jî me bider neda
em hilavîtin li lep xwe de
weke ba û kevne kwîna .
Li wan şevêd bê sibeh de
li wan xaniyêd bê dergeh de
li nêv minêkêd bê bergeh de
hêj em sax û ne mirî ne .
Gelek dost û cînarêd me
diketin nav rez û darêd me
mirin didane warê me
loma dîroka me xwîn e.
Lê warê me li nav xwînê
ket xebat û tekoşînê
ji ber navê me bimînê
pir cara xwîn geha zîna.
Li gelek fermana em giriyan
me xwe parast û neferiyan
ji dara ayna em ne weriyan
em aştîxwazin êzîdî ne .
Bi qasî stêrêd ezmana
Bar kirin çûne zehmana
tovê biratiya însana
me çand li gel tev ayina.
Gelek ji zarokêd Şingal
hebûn weke Zerdeştê kal
xwedan felsefe û galegal
lê mirin bi destê xayna.
Lê îro dibên gelek zane
dîrok li ber çavê wan e
mendêwar jî yek ji wan e
em her man û her mayin e .