Ebdilselam Xoce – Amûdê
Wê mirov çawa zanibe ku ew Berzanî ye, yan na?
Kî dikare bibêje ku tu Berzanî yî, yan na?
Tu ê çawa bibî Berzanî?
Ji partiyên Kurdî li Sûriyê kî xwe dibîne ku li ser rêbaza Berzanî kar û xebatên xwe dike?
Ev hemû pirs in, û di baweriya min de wê bersiva wan li cem mirovên ne têgihiştî pir hesan be.
Ev nexweşî bi tenê li cem partiyên Kurdî li Sûriyê peyda dibe, mirovek, yan partiyek dikare bibêje tu Berzanî yî, yan na, çimkî di baweriya wan de û ji ber ku gotinek nemir Berzanî dizanin, yan têkiliyên wan, yan yên partiya wan bi PDK ya Îraqê re hebin wê mora Berzaniyetê bi wan re be.
Di baweriya min de îro bi rengekî rêxistinkirî û bi hemû rengî şerê rêbaza Berzanî dibe û bi taybetî ji destpêka şoreşa Sûriyê ve, hin rêxistin û hin partî ev rêbaz û ev nav ji xwe re kirine bazirganiyek û pê nanê xwe dixwin, di nava bîst û çar demjimêran de hin partiyên ku ta duho li dijî vê rêbazê bûn niha xwe ji BerzanîBerzanîtir dibînin û wê te tewanbar bikin ku tu ne Berzanî yî, û tu li dijî vê rêbazê kar dikî?!!
Ezmûneya partiya Demuqrata Kurd li Sûriyê (Elpartî) di vî warî de pir zengîn e, her ku ev partî perçe dibû ev yek dihate gotin, aliyekî ji yên din re digot ku tu ne Berzanî yî, ji ber vê yekê em perçe bûn ,Subhan Ji Navȇ Xwedê Re…!!!?
Ger min wêneyê Berzanî hilgavt gelo ez Berzanî me?
Ger min gotarek, yan wêneyek bi serok Mesûd re kişand ez Berzanî me?
Ger ez bûm alîgirê PDK-S ez ê bibim Berzanî?
Ger di belavok, gotar, ȗ helbestên xwe de li ser Berzanî axivîm ez ê bibim Berzanî?
Mixabin îro mirovên ku koletiyê dikin û derew û berjewendiyên xwe yên kesayetî û partîtî di ser her tiştî re dibînin xwe dîbînin Berzanî û divê tu alîgirê wan bî, yan tu ne Berzanî yî. Ev e tiştê ku dixwazim bibêjim, ez ê berdewam bikim ku Berzaniyet ji wilo mezintir e, her wiha bilindtir û paqijtir e, û bi gelekî jî.
Lê weke ku min bi pirsan dest bi vê nivîsê kir, ez bi pirsan wê bidawî bikim . Gelo hûn dizanin ku Berzaniyet sinc û têkoşîn e, Berzaniyet kurdayetî ye, hezkirin û wefadarî ye.?