Serokê Herêma Kurdistanê li navenda bazirganî ya Emerîka gotarek bi zimanê Kurdî pêşkêş kir û têde ragihand ku wî spasiya gelê Kurdistanê gîhandiye serok Obama û Joe Biden, her weha diyar kir ku civînên wan gelekî giring û0 serkeftî bûne.
Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê ragihand: “Min serok Obama û Biden dît û min spasiya gelê Kurdistanê gîhandin wan û ji gelê Kurdistanê re radighînem ku civînên me gelekî serkeftî bûn.”
Barzanî got: “Raste Kurdistan rûbirûyê tehedayekî gelekî mezin bûye ku şerê DAIŞ`e lê belê şûkur ji Xwedê re pêşmerge heya niha 20 hezar kîlo metir axa jêr destê DAIŞ derxistiye. Em hest bi şanaziyekî mezin dikin ku heybeta DAIŞ li ser destê pêşmerge hate şikandinê.”
Barzanî aşkira kir û got: “Kurdistan bûye penagehek ji bo yek û nîv milyon penaber ku îro li Kurdistanê bi azadî û serbestî dijîn, her çiqas di warê aborî barekî gelekî girane li ser herêma Kurdistanê, lê me hest bi wê yekê kir ku du erk li ser me heye beramber vî xelkî yek jî erkekî însaniye û ewê dinê jî erkekî niştimaniye.”
Ragihand jî: “Deriyê Kurdistanê wê hertim li pêşiya lêqewimiyan û li pêşiya her ol û mezhebekê vekirî be.”
Serok Barzanî got: “Deriyê Kurdistanê hertim wê li pêşiya ew kompaniyên bixwazin kar bikin vekirî be, her weha spasiya wan komaniyan jî dikin ku di demên teng de Kurdistan bicî nehêştin, ew di biwarê manewî de palpiştekî baş bûn bo Kurdistanê.”
Serokê Herêma Kurdistanê got: “Nabê em rê bidin planê terorîstan biser bikeve, Kurdistan di avadaniyê û berhemanînê û di pêşkeftinê de berdewam e. ez we dilniya dikim ku çi pêşerojekî terorîstan li Kurdistanê û naveyê tune ye. Serkeftin her ya demokrasî û azadiyê ye.”
Xendan