Koşka Spî ya Amerîkayê derbarê civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Amerîka Barack Obama û cigîrê wî Joe Biden daxuyaniyek belav kir û tê de hatiye ku Obama û Biden tekez li ser piştevaniya xwe bo kurd û Herêma Kurdistanê kirine, herwiha piştevaniyê li iraqeke yekgirtî federal û demokrat dikin.
Ev jî tekesta wê daxuyaniyê ye:
Serok Obama û Joe Biden li Koşka Spî ligel Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyan. Di civînê de behsa çendîn mijar kirin, ji wan mijaran jî kampanyaya têkbirina DAIŞê. Herwiha behsa wan însiyatîvên siyasî yên ku birêve diçin bo piştgîriya xelkê Iraqê û pêşkêşkirina alîkariyên zêdetir bo hemû pêkhatan.
Serok Obama û cigirê wî Biden, careke din tekez li ser piştevaniya bihêz û berdewam a Amerîka bo Herêma Kurdistana Iraqê û gelê kurd kirin. Herwiha tekez jî kirin li ser pabendbûna Amerîka di çarçoveya rêkeftina setratejîk bo iraqeke federal demokrat û yekgirtî, her wek çawa di destûra Iraqê de hatiye.
Serok Obama û cîgirê wî Biden, pesnê mêrxasiya pêşmergeyên kurdan kirin, herwiha sersaxî ji malbatên qurbaniyên şerê li dijî DAIŞê li hemû Iraqê diyar kirin.
Serok Barzanî spasiya Serokê Amerîkayê Barack Obama û cîgirê wî Joe Biden kir li ser wan alîkariyên leşkerî ku Amerîka bi rêya Hikûmeta Iraqê û hêzên ewlehiyê pêşkêşî Pêşmerge kiriye, herwiha bo wan alîkariyên leşkerî ku li piştî ketina Mûsilê bo parastina Hewlêrê û beşên din ên Iraqê hatine pêşkêşkirin.
Herdu alî rêkeftin li ser giringiya bihêzkirina pêwendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de, herwiha pabenbûna wan bi alîkariya bi milyonan ji koçberan ku ji ber tundûtîjiyê ji mal û halê xwe derketine.
Rûdaw