Hêzên pêşmerge ên Kurdistanê li gundê Sêçare ser bi bajaroka Giwêr, firokeke bê firokvan ên rêxistina terorîstî ya DAIŞ xiste xwarê.
Berpirsê komîteya Giwêr yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji Xendanê re ragihand: Di demjimêr 10:30 xulek sibeha îro sêşeme, Hêzên pêşmerge firokeke bê firokvan ên rêxistina terorîstî ya DAIŞ xiste xwarê.
Got jî: Niha çekdarên rêxistina terorîstî ya DAIŞ ji gundê Îbrahîm Xelîl ve, gundê Sêçare û gundên dewrûberê wê topbaran dikin.
Behsa wê yekê jî kir ku pêşmerge di amadebaşiyê de ye û moralê wan gelekî bilinde.
Xendan