Li Hewlêrê, Dr. Berhem Sailh digel balyozê Birîtanya li ser lêdana DAIŞê gotûbêj kir.
Îro roja duşemê, Dr. Berhem Sailh li bajarê Hewlêrê, digel Balyozê Birîtaniya ya li Êraqê Firenk Bîkir û konsilê giştî yê Birêtaniya li Hewlêrê Anksî Mîkî, li ser rewşa li Herêma Kurdistanê û Êraq û navçeyê bi giştî gotûbêj kir.
Di wê hevdîtinê de, li ser pêşketin û buyer û erkên lêdana DAIŞê ji aliyê pêşmergê Kurdistan û hêzên ewlehiya Êraqê û hêzên hevpeymanên navnetewî bi awayekî berfereh hat şirove kirin.
Ji aliyê xwe ve Dr. Berhem Salih spasiya hemû alî û welatên ku beşdarî şerê li dijî rêxistina terorîsta DAIŞê bûne kir. Her derbarê ew alîkarî û hevkariya ku aliyên navnetewî digel pêşmerge û Herêma Kurdistanê kirine gelek bi girîng û mezin nirxand.
Di dawiyê de, herdu ali8yan li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêk û kêşeyên ku di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Êraqê de mane dupatkirin û ew rêk wê di xizmeta hemû aliyan de be.
PUKmedia