Balafirên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê 24 êrişên din li dijî rêkxistina DAIŞê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê û li Iraq û Sûriyê pêk anîn.
Li gor daxuyaniyeke artêşa Amerîka, balafirên şer ên hevpeymaniyê ji roja yekeşmê heta duh sibehê, 17 caran êrişî navendên DAIŞê li nêzîkî bajarên Reqa, Kobanî Hesekê û Dêrezorê pêk anîne.
Artêşa Amerîka diyar kir ku di wan êrişan de çend yekîne, çeperên şer û otombîlên DAIŞê hatine têkbirin.
Li Başûrê Kurdistan û Iraqê jî, balafirên hevpeymaniya navdewletî 7 êriş li dijî DAIŞê li Şingal, Bêcî, Felûce û çend bajaran din pêk anîn.
Rûdaw