Lîwa Qehar Doskiyê qumandarê grupa pêşiyê ya pêşmergeyên Kurdistanê ko çûbûn Kobanê îro got ji ber ko Tirkiyeyê piştî rizgarkirina bajarê Kobanê nehişt zêdetir lojîztîka eskerî ji pêşmergeyan re biçe pêşmerge jî mecbûr bûn ko vegerin başûrê Kurdistanê.
Pêşmergeyên Kurdistanê bi fermana serokê Kurdistanê û qumandarê giştî yê hemî hêzên çekdar yên Kurdistanê Mesûd Barzanî û biryara Parlamentoya Kurdistanê ji bo rizgarkirina Kobanê ji destî Daişê li hawara xelkê Kobanê û şervanên kurd çûn.
Li gor Rûdawê, qumandarê yekemîn yekîneya pêşmergeyên li Kobanî lîwa Qehar Doskî li ser sedemê vegeriyana pêşmergeyan ji Kobanê got pêşmergeyan niyet nebû ko niho vegerin lê belê ji ber ko çek û cebilxane nemabû û Tirkiyeyê jî nedihişt çek û teqemenî derbasî Kobanê bibin pêşmerge neçar man ko vegerin.
Qehar Doskî got di destpêkê de Kurdistan, Tirkiye û Emerîkayê li ser wê yekê li hev kiribûn ko pêşmerge tenê ji bo rizgarkirina bajarê Kobanê derbas bibin û piştî ko bajar rizgar bû dîsa vegerin û got:
— Lê belê paşê serok Barzanî got divêt pêşmerge di rizgarkirina hemî gund û deverên Kobanê de arîkariya hêzên Kurdistana Sûriyeyê bikin û paşê vegerin.
Lîwa Doskî got dema Tirkiyeyê zanî ko bajarê Kobanê hatiye rizgar kirin, êdî nehişt çek û teqemenî derbasî Kobanê bibin, Barzanî gelekî hewl da Tirkiyeyê razî bike lê belê Tirkiye razî nebû. Ji ber wê jî dema çek û teqemenî xilas bûn pêşmerge jî vegeriyan.
Dema yekemîn yekîneya pêşmergeyan ko ji 150 kesî pêk dihat derbasî Kobanê bû tenê beşeka biçûk li ser dergehê Murşîtpinarê ko nake ji % 5-ê bajêr jî di destê şervanên YPG-ê de mabû lê belê pêşmergeyan karî balansa şerî biguhorin û bi hevkariya balafirên hevpeymanan û şervanên kurd bajarê Kobanê û piraniya gundan rizgar bikin.
Çar yekemîneyên pêşmerge di heyama heft mehan de li Kobanê şer kirin. Herî dawiyê roja 29-ê nîsana îsal pêşmerge bi yekcarî vegeriyan başûrê Kurdistanê.
Lîwa Qehar Doskî got pêşmergeyan li Kobanî 130 ton çek û teqemenî bi kar anîn û destnîşan kir ko ew çekên giran yên ko pêşmergeyan bi xwe re biribûn Kobanê hemî vegerandin başûr û got niha ti rêyek nîne ji bo ko çek ji YPG-ê re bê şandin tenê rêkên qaçax hene.
Bi piştgiriya pêşmergeyên Kurdistanê 300 gundên Kobanê ji destê Daişê hatin rizgar kirin û niho tenê 15 gund di destê Daişê de mane.
Nefel