Şervanên YPG/YPJ`ê li herêma Cezîrê êriş kirin ser navendên rêxistina terorîstî ya DAIŞ`ê û zêdetir li 25 terorîstan kuştine.
Çalakvanê siyasî Komaz Şehbazî di vê derbarê de ji PUKmedia`yê re ragihand: Hêzên YPG/YPJ li navçeya Til Hemîs û Til Temir êriş kirine ser navendên rêxistina terorîstî ya DAIŞ`ê û zêdetir li 25 terorîstan kuştine.
Got jî: Yekîneyên Parastina Gel û ya Jinê YPG/YPJ êriş birine ser komên çeteyan ên li gundê Xizêla li başûrê Til Hemîs ê û di encamê de 7 terorîstên DAIŞ hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.
Li herêma Til Temirê jî şervanan operasyoneke lêgerînê li navçeyên navbera Hesekê û Til Temirê encam dane û laşê 18 terorîstên DAIŞ tevî hejmarek çek û cebilxane ketiye destê hêzên YPG û YPJ`ê.
PUKmedia