Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gihîşt peytaxtê Amerîkayê Waşintonê.
Mesûd Barzanî li ser vexwendina Koşka Spî çû Amerîkayê û ligel wî Şewirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubat Talebanî, Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyîd Qadir, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hawramî, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Felah Mistefa, Wezîrê Avakirin û Nîştecîhkirinê Derbaz Kosret û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Husên hene.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fuad Husên ji Rûdawê ragihandibû, Barzanî dê li Amerîkayê behsa “Dewleta Kurdî” jî bike.
Fuad Husên gotibû, “Barzanî vê carê, dê bi eşkere û bi zelalî wê dosyeyê ligel xwe bibe Koşka Spî û li pêşiya serokê wî welatî Barack Obama deyne.”
Ev cara 4ê ye ku Barzanî ji aliyê Koşka Spî ve tê pêşwazîkirin, lê Fuad Husên gotibû: “Serdana vê carê pir cuda ye û şerê li dijî DAIŞê gellek tişt guhertine.
Rûdaw