Dildarê Aştî
Û tu yî dilbera min
Perwaneyek têr nebûyî ji firê
Li baxin nû digere
Li şewqek nû
Henasên te
Xewnên min perûba dikin…
Bi rê dikevim
Rê bi saw e
ji hawîr
guleyên segvanan e
mûşeyên ji palbendan…
Hay ji xwe
Û hay dilê min hebe
ji finasên sêwlekên
ku di vê bablisokê de hatine
bi axa bin lingê te
rûdêmên xwe pak dikin…
Ez dizanim
Bi giyanê berxwedanê te hez kiriye
Evîna me bê hempa ye
Hingiv tê de tineye
Gezo tê de tineye
Tê de nîne civanê şaneşînan
Tê de
Kenê berî mirinê heye
dîlana li dor agir heye…
Û tê de Şeydabûna me
li ser rêçên azadiyê
Girêbendên xwe vedike…
zêrevaniyê li vejîna me dikin
li çelengiya
rêwiyên rêka pîroz….
li vedana kenê gulan
Tu dişibî Arîn a kobanê
Bi awatxwaziya xwe
Bê sînor e awira te…
Civanê me nêzîk bûye
Li peravên evê kêliya lavdar
Bihêtina giyanê xwe
me hiştiye
piştî vehesîna tozê
li ber dergehê doze….!!!