Dilawerê Zengî
Te cana can, li baxê dil Sebat canê bibînim ez
Şeva tarî, li ber çavan ne sawêr bî hilînim ez
Temaşakim, te nabînim, bi derdê dil birîn im ez
Bi ah û ox, bi fîxan im, wekî bilbil dixwînim ez
Birîndarê, bi hêviya ji rewş û dîtina cana
Disotî dil, ji axîn û ji nalîn û ji kovana
Ji pêta ar birînkûr û xewa min bir, hemî jana
Nehatî ser nesaxê nav livîn û êş, bi dermana
Ne min hêz ma ne ling û çog ne per û bast, li rû yara
Ne pêjn û deng ne hilm û ba ne hilbûna, ji cihwara
Ne zar û peyv ne roniya, ji çava ma, li xembara
Girî û kel, bi fermiskan, bi coş tên der, li şûn yara
Ne axiftî dilopek xwîn, ji derba wê kevan û tîr
Ji laşê bê rewa û can, çi wê derbî, ji çerm û çîr
Ne bes yarê te ez kuştim, gelek wek min ciwan û pîr
Di vê rêka Memê Alan rewanpak im, ji derba şîr.