Fewaz Osê
Îro bi teqîna we, agirê
Newrozê geştir dibe
Ji qîrqîrê Nervîn û Alav
Dîwarê esmanan qul bûn
Sitêr ji xemgîniyê, xwe
Helweşandin
Lê, li ser zeviyê
me deng nekir
Gelo… Em tev kor û ker bûn
Em tev mest û bê hiş bûn
Yan em qirêja destê dijmin bûn
Helbet em ji hev cuda bûbûn.!
Bi ramenê xwe, ne azad bûn
nexweşê kursiyan bûn
Newroza birîndar..!
Perperîkê buharê
Dilopê xwîna paqij
Pekrewanê giranbuha
Laşê we bû paytexta Yezdanê
Dilovan…
Zengilê hovîtiyê jehra xwe
Li me barandin
Pizot bi dilovanî em
Himêz kirin
Şîrmij, dayik ciwan û kal
Bi bablîsoka xiniziyê hilandin
Lê,.. me deng nekir
Kul û birînên Newrozê vekirin
Kûra Amûdê û zindan
Hisîça nû kirin
Lê, me ..
Gul û mîran tê de çandin
Û bi Lîlav û Nêrgizan xemilandin
Lê mixabin dîlana me
Bi mij û dûman bû
Sar û xav bû,
Bêdeng û lal bû,
Dengê sirûda “Ey reqîb”
Nedihat me..!
rûreşî xwe ji we rûsipî kirin
gava guran dest û serî
li hev behir kirin û me li wa
dimeyzand..!
Çaxa gulîlk kizirandin
û rondikin Helebça li
bejna me barandin
û kevokên aştiyê
Mûzîk çêkirin..
lê, me deng ne kir
xwîna me diherike
goştê laşê me ji hev belev kirin
cejna me kirin şîn
lê, bazara biratiyê
berdewem dike
bi dawî nabe
pencên nandoza çikandin
di giyanê me de
û toza bêbextiyê li hev belav kirin
xewna yekîtiya pekrewanan
bi darve kirin
me didît û me deng dikir!!?
Gelo.. We nedît,… we deng nekir ..
gelo we nedît we deng nekir!!??