Dildarê Mîdî
Rêberê kurd bese êdî ev çi kîn û pitpit e
Li rewşa xwe baş binêre bila poz bişewite
Masiyê nava gerê bê hiş dilive rast û çep
Tu bû ye nîşan ji bo yac û macûc û qutqut e
Her di cejn û şahiyan de rastî komkujiyan tê
Tim li ser ezeziyê palda ye tû nalebite
Mîna gokê tu li ber lingê neyaran xweş diçê
Li tu cih û şûn û waran nalivê , na tebite
Te jibîr kir hûn biran e xwîn tucarî nabe av
Ne xema we ye bi carek, min ciger diperite
Şaş nebe, bê hiş nebe, pişta birê qet bernede
Tu qizinc nayên bi destê jar û qels û kitkit e
Pirsgirêka çêneke malê dinê bê fêde ye
Derfeta zêrîn biçê lingê te nû dişemite
Tê ji mewlûdê biçê destek li pêş û yek li paş
Agirê poşmaniyê di nav de tê bişewite
Lêbûrînê ger bixwazî, vaye min tû efû kir
Lê dîroka dilxerab nivîsa wê namerite
Rû qewîn û bê fihêt e wê li ruwê te bixê
Wê bibijê her ji vêde , bi qewir bi filite
Şaş û gêj tê nû bimînê li nav serê xwe bidê
Weken dînê şêtexanê bi kufkuf û fitfit e
Ey bira gazin meke ger min tecawiz kir li te
Ez wekû sing im di Erdê raserî min mêkute