Seydayê Dilbirîn
Ez xortê Kurd im mêrxas û şervan
Ez im tekoşîn qîr û berxwdan
Nav û dengê min sera ser cîhan
Ez im ew Lolo Kordoxê Mîtan
Di qada şer de, ez im tolhildan
Ez im gir û kîn atom û volqan
Leheng im û şêr im pêşmergê Barzan
Ez li Qamişlo Efrîn û Koban
Welat bernadim erd here ezman
Ez im cangorî xaka Kurdistan
Xwînê dirijim ez im pakrewan
Ez im Erarat Hemrîn û Botan
Rajim çeka xwe derkevim çiyan
Ez ê rizgarkim axa Mîdiyan
Ez im Celewla Şengal û Zîlan
Arîna Kurd im Rûken û Şîlan
Ez im çarçira Qazî û Berzan
Nehrî û Seîd im, Mezlûmê Doxan
Ez im Qorqemaz Riza û Birhan
Helbest û rist im sirûda Hozan
Ez im YPG leheng û şervan
Hêrz û hinêrên keçên şoreşvan
Ez xortê Kurd im….