Hadî Behlewî -Nûhat-
Di dîrokê de tê gotin li penda û ji kevnara
Li ba kurd heye (mehreşk) diyar e ew jî adar e
Di vê mangê gelek asteng ketin rêka gelê kurdî
Di çaxê ezdehakî de niha nayêne hejmara
Ji nêzîk ve li vê mahê Helebça bû şehîd tê de
Bi xaza xerdel û siyanîd ji layên hov û keftara
Bidî wê de li Qamişlo rêjîm lê gulebarandin
Dehên xortan şehîd ketin ji sala bîst sed û çara
Felaket berdewamin hê heya anha nerawestiya
Eve îro li rojava Hesînça min birîndar e
Şeva êvara newrozê dema gel hate ba hevdû
Bi ahing û bi coşên germ ji cejnê geş bikin ar e
Tirora alreş û reşkîn du teqînkir li meydanê
Di encam da sitêrên kurd ji ezmana rijîn xwar e
Li gorî peyvê çavdêra wekû mehşer li wir rabû
Şewat û dû li alîkî li cîkî qîr û hawar e
Dehên terman li erdê man zemîn sor bû ji xwîna gel
Şehîd nayên ji hev nasîn ku qîz e, xort e, xityar e
Di rewşa reş neşêt bêjim ku rêzdarê şehîda me
Ev e nûçe weşandîne ji bo bînêr û guhdara
Vedenga bûyerê dûr çû giha paytextê dinyayê
Li vir koma hawar çûnê bilez hatin ji bajara
Felaket pir mezin bû lê îrada kurd ne rûxandî
Ji ber gel berxwedanê re xweragirtê pesindar e
Di bê derba tu pê nemrî te pê xurtir dibî lewra
Di dîroka gelê me ji vê pendê pêşinyar e
Eger adar reş û şînê bi ser kurda de tim tînê
Ne wata ku pelên sipî di nav wê de ne hevpar e
Nimûne ji bûyera bûrî li şarê Hesekê rûda
Li misteşfayê mendalek ji teqînê ne bêpar e
Di cil û bergê cengê de xwerapêçand dibû wîna
Tifinga wî li ber palê bi peyamê ra beşdar e
Ji bo bûyer bişopînin ji medyayê re raghînin
Ewî lawê temen zaro dida bersiv ji pirsa re
Digo gava teqîn çêbû ji tirsa xelk ji hev dûr bûn.
Revîn bêgo bizanin ka çi rûdaye çi kiryar e
Mi jî bazda di nav komê mebesta min ku aram bim
Ji ber xeyrî bezê pêve ji xelkê re nema çar e
Li dor min hin ket û rabûn hina gazî dikir hevdû
Mi dî ez jî birîndar bûm lê derba min ne dijwar e
Di dawî de spasek germ bi jor şandî ji Yezdan re
Ku karîbû tifinga xwe xelaskî tevlî ku dar e
Bigorî bim biçûkê kurd tifinga te li ser çava
Gelê wek te di nav de bin qira wê nayê yek cara
Di mînakê diyar e ku mesacek bi du çenga ye
Yekem jê bo yî dijmin re û ya din jî ji kurda re
Di vê gel dest bidin dest hev ji armancê re yek bin tev
Rik û nakokiyan dûr xin bi dilsozî herin kara
Weya din jî ji dijmin re ku pîlanê duhûnî tû
Dezî xav e xwe pev nagre temen kurt e bi roja re
Ji ser xaka xwe em narin di qirka ted wekî xar in
Bi xwîna xwe diparêzin welat û çand û şûnwara.