60 parlamenterên Parlamena Ewroyayê yên ji welatên cuda, ji bo vekirina korîdorê û desteka lezgîn a ji bo pêvajoya ji nû ve avakirina Kobanê, danezanek weşandin.
Nûnertiya Bilind a Polîtîkaya Ewlekarî û Têkiliyên Derve ya Komîsyona Ewropayê danezanek belab kirin û bang li rayedarên Yekîtiya Ewropayê û welatên endam kirin ku bi awayekî çalak destekê bidin xebatên ji nû ve avakirina Kobanê.
Bi vê wesîleyê em Belavoka Hevpar a di 06.02.2015’an de ji aliyê Nûnertiya Bilind a Polîtîkaya Ewlekarî û Têkiliyên Derve ya Komîsyona Ewropayê hatiye amadekirin, silav dikin û destnîşan dikin ku em destekê didin pêşniyarên vê belavokê. Di mijara ji nû ve avakirina Kobanê û alîkariya ji bo penaberan de, li ser bingeha hevkariya bi rayedarên Kantona Kobanê re em dixwazin alîkarî bi lezgînî ji Kobanê re were ragihandin.
Xendan