Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan derbarê pêvajoya çareseriya de dibêje, gotina “pirsgirêka kurdan heye” cudabûn e.
Recep Tayyip Erdogan dema ji Kuweytê vegerayî di balafirê de derbarê rojevê de daxuyanî da.
Erdogan wiha got: “Gotina `pirsgirêka kurdan heye` cudabûn e. Êdî çi maye ku em jê re bibêjin pirsgirêk? Pêvajoya çareseriyê tenê ji bo kurdan bê rêvebirin ne rast e. HDPê bi rêyên deryasayî ji bo xebatên me pirsgirêk derxist. Masayek herdu alî li ser rûniştî nîne. Heger hebe ew tê wê wateyê ku dewlet hilweşaye.”
Rûdaw