Artêşa welatê Nêjîryayê duh roja înê ragihand ku wan kasriya 234 jin û zarok ji destê rêxistina îslamî ya tundrew Boko Heramê rizgar bikin.
Di beyannamekê de serok erkaniya artêşa wî welatî ragihandiye ku ew rehîne roja pêncşemê li navçeyên Kawurî û Kondoga li daristana Sambîsa hatine rizgar kirinê bi vê yekê jî bi giştî 500 jin û zarok ji destê grupên tundrew rojên dawî hatine xilas kirin.
Artêşa da zanîn ku operasyona wan li wê daristanê bi gelek mihweran berdewame û karê wan a serekî jî rizgarkirina rehîneyên sivîlin û jinavbirina hemû kampên terorîstan e.
Roja pêncşema borî artêşê 160 jin û zarok ji destê Boko Heramê xilas kirin û eve jî piştî ku roja sêşema borî 300 rehîne rizgar kiribûn.
Li gor agahiyên rêxistina efuya navdewletî jî Boko Heramê nêzîkî 2000 jin ji destpêka 2014`an de revandibûn.
PUKmedia