Kereng jî wek gelek hêşînhatan hem jibo têrkirin, hemjî jibo derman di biharan de digehije hewara mirovên feqîr û ruhberên din.Kereng hêşînhatek bi kelem (strî) e.
Prof. Baybot û Prof Dr. Îbrahîm Saracoglû dibêjin: Benîştê kerengê sistbûna lam ê (çenê) dişidîne. Teqîna perda (zar) guh dikewîne. Jibo xistina kevirên sefrayê dibe alîkar. Li ser daxistina zixt (tansîyon) û şekirê xwînê bandorek erênî nîşan dide. Rehên dil nerm dike. Hezmê hêsan dike. Iştahê vedike, diranan paqij dike, dostê kezebê ye, pêşîya felcbûna serûçavan ( rû) digire.
Karanîn: Kereng bi gelek cûreyan tê bikaranîn. 1- xwarin 2- tirşî 3- benîşt 4- çerez 5- qahwe.Xwarin û tirşî: Ewilî biharê reha kerengê bi darên sertûj (xilç) tên derxistin . Piştî şûştin û spîkirinê hinek diqelînin û hêkan dikin ser (dikin mixle). Hinek dixesînin (xwê pê werdikin û hinekî sor dikin) wek pêxwarin bi nan re dixwin. Dikeve nav xwarinên dew, savar, birinc.
Li alîyê Diyarbekirê meftûna wê jî çêdikin. Di mehên hizîran û tîrmehê de binê kerengê, bi kêrekê tê jêkirin anjî brînkirin. Di cihê hatî brînkirin de şîrek jê tê.Ew şîr dibe benîşt.
Herweha qaşilê li ser navteng û şaxên wê, wek rêvas û xîyaran tê spîkirin û xwarin. Payîzê bizirê di nava papoxka wê de tê derxistin, qelandin û hêrandin. Ew dibe qehwa kerengan. Heke ew bizir bê qelandin û xwêkirin, wek dindikên kundir, gulberoj û zebeşan dibe çerez.
Xendan