Xortekî kurd ji Rojavayê Kurdistanê li bajarê Bûkemalê yê ser bi Dêrezorê ve ji aliyê DAIŞê ve hat şehîdkirin.
Nûçegihanê Rûdawê li Qamişlo ragihand ku xortê bi navê Mihemed Nayif ku xwendekarê zanîngeha Hesekê, beşa wêjeya Fransî bû, li bajarê Bûkemal ku di destê DAIŞê de ye hat şehîdkirin.
Li gorî ku malbata Mihemed dibêje, ji ber ku alên Kurdistanê û wêneyên Mesûd Barzanî di telefona Mihemed de bûn, ew ji aliyê DAIŞê bi tawana piştgiriya partiyên kurdî hat serjêkirin.
Ew xort bi eslê xwe ji gundê Ebû Menasif yê nêzîkî Til-Marûf e û niha konê sersaxiya wî jî li taxa Cimaayê ya Qamişlo hatiye vedan.
Rûdaw