Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nameyek ji raya giştî ya Iraqî û Kurdistanî re şand, derbarê rewşên ku hin bajarên Iraqî tê re derbas dibin, di wê nameyê de hat:
Bi navê xwedayê dilovan û dilovîn
Ji zû ve têkiliyên me bi hemû aliyên têkildar re, bi dîdevaniya gelek ji kesayetî û aliyên siyasî, me haydarî xwest ji ber ku Iraq berê xwe dide newalekê ji ber siyasetên kesayetî yên çewt ji hêla kesên ku desthilatdariya Bexdayê kontrol kirine, me hewl da em pirsgirêkan çareser bikin, me gelek pêşinyar dane wan, lê ew yan li dijî wan pêşinyaran bûn û yan piştguh dikirin, ji ber vê ew tenê radijin berpirsyariya rasterast ji rewşa ku li Iraqê bûye.
Em wek kurdistanî piştî 2003ê li dijî cenga tayifî û mezhebî sekinîn, rola me ne neyînî bû di pevçûnê de, tiştên ku me karîbû ji bo xêr û aştiyê, me da, dema Şîʼa di bin sitemê de bûn, em tim bi wan re bûn, piştî 2003an em li dijî piştguhkirina Sine sekinîn, ev sincên me kurdan yên dîrokî dihêlin em tim bi bindestan re bin.
Ew kesên îro baceya şaşî û têkçûnên xwe didin, hewl didin ku tawanbariyan bikin stuyê kurdan de, ev dereweke mezin e, dixwazin pê qelşekê di navbera Kurdan û Şîʼa de vekin, da ku zirarê bigihînin herdu aliyan, lê em ji birayên xwe yên Şîʼa re dibêjin ku ew kesên sedema van rewşan bûn dixwazin têkçûna xwe veşêrin û, berê jî rastî bi salan ji gelê Iraqê veşartibûn, lê ew tu sûdeyan nagirin ji ber hevbendiya Kurd û Şîʼa mezintir e ji kiryarên hinek berpirsan, ew kiryarên ku wê tadariyê bigihînin Şîʼa berî bigihînin Kurdan, em tucarî jibîr nakin helwestên Îmam Mihsin Elhekîm û Şehîd Sedir, îro rewş nû dibin, pêdivî hene bi çareserîne mezin ku di bin roniya guhertinên bûyî de bibin, pêwist e ku şêweyê desthilatê û rewşa siyasî ya berî niha bê guhertin.
Derbarê rêgirtinê li tundrewan, Kurdistan amade ye bêhtir ji hemû demên berê ku berxwedanê di ber berjewendiyên xwe û jiyana welatiyên xwe de bike di riwê êrîşên tundrewan yên ku me û Şîʼa û Sine armanc dikin, tevî em kiryarên tundrew û daxwazên rewa yên birayên me yên Sine ji hev cuda dibînin, bê ku em bişemitin cengekê li dijî tayîfekê di bin perdeya cenga li dijî terorê, ji ber ev pirsgirêk ne tenê bi cengê çareser dibe, lê divê sedemên ku ev diyarde çêkirin bêne hilanîn, û vegerandina kiryara siyasî li riya wê ya durist, wê çaxê wê têkbirina tundrewan hêsantir be, ji bo vê em tekez dikin ku rola me ya xêrê ye ji bo piştgirtina çi gaveke erênî ye, tevî daxwaza me ku hemû zanibin ku rewşine nû hatin û divê danûstandin pê re bi hişmendî be.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
18ê Hezîranê 2014,Z
Ji Erebî: Bûyerpress