Çavkeniyeke meydanî ya herêmî ji gundewarê Til Hemîs ragihand ku, şeva bûrî di encama şer û pevçûnan de fermandar û serkirdeyekî pile bilind yê Rêxistina DAIŞ`ê yê bi navê Ebo Dicane hatiye kuştin.
Ebo Dicane El Mexribî Berpirsê beşê ewlekarî û zanyariyane di rêxistina DAIŞ`ê de ku ew bi regez Mexribî ye û ew di nava xelkê de bi Qesab tê nas kirin.
Eve di demekê de ye ku, Siriya Hîzom ya girêday Artêşa Îslam`ê kuştina wî girte ser xwe lê heman çavkaniyê têkest kir ku, devera ku ew têde hatiye kuştin ji bilî şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tu hêzeke din nîne.
Termê Ebo Decane El Mexribî bi armanca binaxkirinê bo goristanên bajaroka El Şedade ya li Başûrê bajarê Hesekê hatiye rêkirin.
Xendan