Hat ragihandin Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî soz da, navçeya Şingalê bike parêzgeh.
Mesûd Barzanî îro li parêzgeha Dihokê li herêma Sihela ligel nûnerên kurdên êzidî civiya.
Parlamenterê berê yê Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl ji Rûdawê re diyar kir wan di civîna ligel Mesûd Barzanî pêkanîn de herêman pêwîst e were rizgarkirin nirxandin.
Xelil anî ziman wan ji Barzanî xwest Şingalê bike parêzgeh û Barzanî jî soz da wan û ewê ji bo vê yekê bixebite.
Xelîl wiha got: “Serokê Herêma Kurdistanê got ewê deng û êşa kurdên êzidî bigihîne tevahiya welatên cîhanê.”
Parlamenterê berê yê êzidî destnîşan kir Barzanî gotiyê ew rê nade milîsên şîe yên Heşdul Şeibî û hêzên wekî wê li herêmê bicih bibin û wiha domand:
“Barzanî eşkere kir ewê li Şingalî ji kurdên êzidî hêzekê pêşmerge ava bike û dê çekan bide wan. Herwiha dê tezmînatê bidin kurdên êzidî. Barzanê got, ji bo ku bûyerên li Şingalî wekî nîjadkujî were pesendkirin êwê hewl bide.”
Rûdaw