Encumena Parlementerên Yekîtiya Ewropa raportek bi koma dengan pesend kir ku, têde daxwaza piştevaniya li hewlên vegera penaberan bo Kobanê û piroseya avadanekirina wê bajarî tê kirin, her weha daxwaz ji welatên endam yên di Yekîtiya Ewropa û Komîteya Wezîran û endamên Parlelama Yekîtiya Ewropa kirin ku piştevaniya hewlên avadanekirina Kobanê bikin.
Di raportê de kar û kiryarên çekdarên DAIŞ`ê li bajarê Kobanê bi tawana li dijî mirovahiyê hat bi nav kirin û daxwaz ji aliyên Dadwerî yên Navdewletî hat kirin ku bi rêya Dadgeha Sizayê Navdewletî tedbîrên pêwîst li hemberî wan kiriyarn bigrin ber.
Ji aliyekî din ve, Cîgirê Hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Nezmî Gur bi navê fraksyona Çep li Encumena Parlementean di dema gotûbêjkirina wê raportê de got: Terorîstên DAIŞ`ê li Şengal, Rojavayê Kurdisyan û Îraq`ê tawanên li dijî mirovahiyê encam dane.
Gur got:Tevî ku, li Şengal û Kobanê tawanên li dijî mirovahiyê hatine kirin, lê gelê Kurd berxwedaneke mezin li hemberî terorîstên DAIŞ`ê li Kobanê û deverên din yên Rojavayê Kurdistan`ê kirine, lewra divê ew rastî neyê jibîrkirin û welatên endam di Yekîtiya Ewropa de piştevaniya hewlên bo avadanekirina Kobanê bikin.
Xendan