Ez jî dixwazim vê pirsê bikim: ” Ma dema ku kes bi Kurdî nenivîse wê çawa kurdî bê xwendin?”
Idrîs Hiso
Roja 22.04.1898 di dîroka Kurdistanê de rojek pîroz e, bi taybet ku em nas bikin di wê rojê de zimanê Kurdî bû zimanê rojnemevaniyê, rojnemevanî li dirêjeya dîrokê ewbû ya raman û rewşenbîrî bi xurtî di civatê de belav dikir.
Di dema ku miletên Rojhilata Navîn dixwestin ji nîrê zordariya Osmaniyan rizgar bibin, têkoşîna li ser hemû astan şopandin. mîna zanên her miletekî binemala Bedirxan ku mîrên zanyariya miletê Kurd bûn û dixwestin milletê xwe ji nîrê nezanî û paşmayiyê rizgar bikin, lewma şerê bi xamê û şûr li gel hev meşandinو مثصةش şûr li gel hev meşandin stin miletê xwe ji nîrê nezanî û paşmayiyê rizgar bikin, lewma şerê bi Xame û şûr li gel hev meş, ji ber vê em karin Miqdad Midhetê Bedirxan wek yekemîn serkirdeyê şoreşa pênûsa kurdî binav bikin ku wî bîr dibir di wê dema han de ku deng û hêza gotinê bi gelekî ji dengê top û tangên dijminan bi hêztir e, bi saya serê wî û bi dûve duyemîn şoreşa rewşenbîrî ku Mîr Celadet Bedirxan serkirdeya wê li gel birayê xwe D.Kmuran û hevjîna xwe Rewşen Bedirxan kirin û dengê Hewara kurdî bi cîhanê gihandin û kesayetiya miletê Kurd bi şoreşa xwe parastin.
Di dema ku wan ciwamêran nas kir ku dewleta Kurdî wê demê ji dest çû, wan qedir û qîmetê çand û keltûrê dizanî da ku miletê kurd jî li dû windakirina dewletê qir nebe û zindî bimîne pêwîstî û giringiya pênûs û kaxezê nas dikirin.
Bi saya serê wan serkirdeyên kurdpewer û kesên riya wan şopandin hûn niha karin vê gotarê bi tîp û hestê kurdewariyê bixwînin.
Bi boneya 117 saliya roja Rojnemevaniya Kurdî mirov kare behsa çi bike û çi pirsan bîne rojevê?
Serdem hate guhertin û wan ciwamêran erkê xwe bi cî anîn lê aya tevgera kurdî li Rojavayê Kurdistanê mifa ji vê rêbazê kir di serdema borî û ya ana de?
Ji pêvî çend hewldanên ku gelek caran ji çend kesekî welatparêz pê radibûn bandora partiyên kurdî di berdewamiya vê rêbaza pîroz de gelek kêm û lawaz bû, û heta niha jî ragihandina wan partiyan li ser sitûna zimanê dagîrkerên kurdistanê xwe radigre, lewma hemî belavok an jî beşê herî mezin ji wan bi zimanê Erebî ne û ev rolek zor xerab li hiş û hestê kurdî û miletê kurd dike.
Tevî derfet û guhertinên mezin ku li pêşiya vê tevgerê hatin vekirin, lê wê nikarîbû wek gerek mifa jê bigrta û ji nexweşiyên xwe xelas biba, ne di warê siyasî de û ne di warê gotinê jî de, çand û keltûra kurdî de, bi dehan serkirdeyên kurdan nizanin bi zimanê miletê xwe bixwînin, êdî çawa nûnertiya vî gelî dikin ez nizanim.
Ji aliyekî din ve û ji bo ku em xwêneran bê hêvî nekin, mirov divê dadmend be di axaftina xwe de û behsa lehengiya hin aliyan bike ku rêka zimanê dê û kalên xwe bernedane, bi şev û roj xebatê di ber belavkirin û parastina gotina kurdî de dikin û hêviya wan roj bi roj geştir dibe.
Ez dixwazim behsa hin nimûneyan bikim ku di serdema guhertinên şoreşê de encam dan û dibe ku rola wan hîn bi hêztir bibe di paşerojê de.
Rojnameya “Bûyerpress” ku 16 hejmar piştî hejmara( 0) jê hatiye belavkirin –Nêvî bi kurdî û nêvî bi erebî- û ev jî di riya kesên serbixwe re tê çapkirin û belavkirin, diyar dibe ku hîn jî ew nikarin rojnameyekê xurû bi zimanê kurdî biweşînin, ev jî diyar dike bê çiqasî kesên di ragihandinê de kar dikin kêşeya kêmbûna xwendevanên zimanê kurdî ber bi çav digrin.
Herwiha kovara” Şar” ku ( 3) hejmar jê hatin belavkirin – Nêvî bi kurdî û nêvî bi erebî – dibe ku wê dabe ber çavên xwe rolek mezin bide nivskarên bi zimanê kurdî û doxek baş di civatê de biafrîne ji xwendina zimanê kurdî re nexasim dema ku wê got wê nivsandin ne bê beramber be, û ev xalek giring e di vê dezgehên ragihandinê yên ku bi kurdî wê ber bi çav bigrin!.
Kovara “Welat” ku bêtirê xwe bi kurdiyê, û hin mînakin din jî hene ku ev karê wan dihêle ku rewşa xwendevan û nivskarên bi kurdî baştir bibe.
Tevî van mînakên me anîn ziman hîna jî gelek malper û dezgehên kurdan ne bi zimanê kurdî zanyarî û ramanê ji bo kurdan vedughêzin bi bihaneya ku kes bi kurdî naxwîne!? Ez jî dixwazim vê pirsê bikim ma dema ku kes bi kurdî nenivîse wê çawa kurdî bê xwendin?!
Şoreşa Gelên Sûriya gelek guhertin bi xwe re anîn holê, pê re jî rewşa miletê kurd ket qonaxeke din û tevî ku gelek derî ji kurdan re vebûn jî nexasim di warê derfetên li pêşiya zimanê kurdî de, lê hîna jî karê ku dibe ne li gor xwestek û pêdivyên miletê kurd e, hêviya me her demê wê zindî bimîne naxasim bi xort û zaneyên ku dane ser rêka Bedirxaniyên nemir.
Hewlêr 15.04.2015