Ibrahîm Ebdî
û şer cêwî ne her dem, herdu jî yek jêder in
Xêr û şer tav û birûskin, ji zikê hev diderin
Xêr û şer kanî û av in, tim li hevdû vedgerin
Xêr û şer wek xwe dimînin, qaşilên xwe dugherin
Lê nerînên me cuda ne, em ne wek hev dinerin
Hin gelek tiştan dibînin xêr e lê ew jî şerin
Şer xurû nîn e û xêr jî, pir li nav hev digerin
Berf û baran xêr û bêr in, ger di wextê de werin
Lê di germaya çinînê, tev zirar in bê berin
Tev dizanin şer ne başe, pêdivî jê dûr her in
Lê wilo nakin mixabin, tev de rengê Keser in
zû ji tirsa ew dibêjin: Em bi xêrê behwer in