Dê kî ji me re binvîse?!
“ Dibe ku di vê kêlîkê de dehê çîrokan derbas dibin, dibe ku nivîsandin barekî ji xemgînî yan xweşiya van çîrokan hilgire, dibe ku wê benda di navbera xwe û civakê bigre”.
Ebas Mûsa
Di rewşên awarte de yên ku milet tê re derbas dibin, niviskar, rojnameger, wêneger, rewşenbîr…, ew in ê ku vê jiyana awarte û hûrbîniyan belge dikin, ligel rojnamegeriyeke ku karê wê yê sereke belgekirin û şopandina rastiyê be.
Li gel vê rastiyê, gelo em ê çawa binirxînin?!
De ka em tiştan ji hev cuda bikin, û em hemûyan bi heman pîvanê nepîvin, jixwe ya rast ew e ku em gazinan li gorî erkên her kesekî ji wan bikin; tev ku erkên van kesan ne yasayeke nivîsandî ye, lê em dikarin her kesekî ji wan bispêrin wijdanê wî û hestê wî di aliyê civak û xaka wî de, ji ber ev e çepera ku tê de pênûs û kamîrayêji dêvla gulleyan bikar tên.
Rojnameger û Çîrok
Di navbera bûyerên berz de, bi dehê hûrbîniyan hene, ku her çav wannabînin, Rojnameger ew e segvanê çîrokê bûyeran e.
Fîtşerwekî şêweyekî nivîsandina rojnamegerî, ji wan şêweyên jibîrkirî ye (Di kovara Hewarê de Fîtşerhebûn), tevîku pirr nêzîkî hestê niviskar e jî. Ger em bibêjin ku pirraniya rojnamegeran di Rojavayê Kurdistanê de niviskar in, em dê bipirsin gelo çima şêweyekî mina Fîtşerêkêm e, ango tune ye.
Li Ewropayê, nemaze piştî cenga cîhanê ya duyem Fîtşerji şêweyên herî pirrtir bû ku dihat nivîsandin di rojnamegeriya wan de, û ta aniha jî cihekî pirr girîng digre, ji ber ew dibînin, ku ew e şêweya herî lihevhatî, nêzîkî hestê mirov e û di heman demê de bûyeran belge dike.
Ji 2011an ve ta aniha, û di demeke pêş de nediyar jî, bûyer û guhertinên mezin çêdibin û dê çêbibin, divê kesek hebe van çîrokan bide hev, binvîse, belav bike, dûrî şerê bercewendiyan, û desthiladariyê.
Dibe ku ev mijar girîng be, dema ku em li ser rojnamegeriyeke pêşketî yan jî xwedîdîrok, biaxivin, lê ger em li ser rojnamegeriya Rojava Kurdistanê biaxivin, em ê tu dîmenên taybet nebînin, ji ber ku rojnamegerî bi dehê salan xebat jê re gerek e ta ku rehên xwe berde erdê, û di wê demê de jî em ê karibin gazinên xwe bêhtir bikin.
Mixabin em nikarin vê yekê bidin ber rûyê xwe, weke sûcekêku nehişt em li şêweyeke mîna Fîtşerêrawestin, an em tê de binvîsin, ji ber ku bar ne li ser milêaliyekî tenê ye, çi rojnamegerî be yan rojnameger be, her du berpirs in.
Dibe ku mijara nivîsandina bi zimanê Kurdî herî sereke be di çi gengeşeyê de, ji ber girêdana wê bi nasnameya kurdî bi xwe. Îro roj zimanê kurdî bi serbestî belav dibe, û çi piroje bi vî zimanî hebe dibe biserkeve dema ku ew nasname li ber çavan be.
Di belavokên siyasî yî kurdî de, yên ku bi rengekî ji rengan dikevin çarçoveya rojnamegeriyê de (ya girêdayî bi nerîn û hizrên her partiyekê) hema zimanê kurdî tê re derbas dibe, weke ku ne mijara herî girîng e di nasnameyê de, ligel hebûna kurdî.
Ragihandina kurdî (Televizyon û Radiyo), dikarîbûn gaveke baş biavêjin aliyê ku pirraniya mijaran û bûyeran bi zimanê kurdî ne, bi vê yekê jî temaşevan û guhdarên xwe, ta radeyekê, bi bandorabûyeran ve girêdidan, lê li vir jî Fîtşercihê xwe bi rengekî rewa negirt.
Xwendevanên kurd zehmetiyekê di xwendina kurdî de, dikşînin, ne weke temaşekirin û guhdarkirinê ye, dibe ku em li benda nivşê nû bin, ê ku di dibistanan de hînî zimanê kurdî dibin, ta ku bi hesanî nivîsên me bixwînin, lê ji wan niviskar û rojnamegerên kurdî tê xwestin ku bûyer û hûrbîniyan binvîsin, Fîtşerjî -wekî şêwe- ji belgekirinê pêk hatiye, da nifşên ku tên lê vegerin.
Dibe ku di vê kêlîkê de dehê çîrokan derbas dibin, dibe ku nivîsandin barekî ji xemgînî yan xweşiya van çîrokan hilgire, dibe ku wê benda di navbera xwe û civakê bigre.