Besam Mistefa
Tiştekî nebêje û li rojan binihêre
Dema ew di ber te de diçin û silavê li te nakin..
Bila dilê te yê bêzar
Bibe şahidê raperîn û şoreşan
Raperînên bayê
Şoreşên hewayê ..
Bila bibe şahidê
Lihevketina kadizan
Harîna pêlan
Kelkela xwînê…
**
Ez niha bê te me
Ez bêyî bêhna dermanên te me!
Ez pelek sêwî me, delodîn im
Ez nizanim niha heme yan nînim
**
Tu çiqasî dûr î vêga
Tu çiqasî kûr î vêga
Koça ta ya pêşî çiqasî dawî ye
Dawiya mirovan çiqasî tazî ye!
**
Bajar digindirin
Çiya dikulkulin
Asîman dihêwirin
Bi kurdî dihêwirin
Bi sed û yek zimanî dimirin..
**
Xalê min Silêman ango Silê
Bi qasî welatekî li ser te digirî
Ji girî bêhtir digirî
Û diçe qirêja nexweşan radimale!
**
Diya min ji golan bêhtir digirî
Hêsirên wê têra deryayekê dikirin
Lê nizanim çima wê sibehê
Gul hemû çilmisîn…
**
Dilê berxikê te yê dilzîz jî
Bi çûna te pir hate pelixandin û
Pir û pir perçiqî..
**
Û Xatê digo Silêmano lawo
Memanî xweş memanî..