Demhat Dêrikî
Bûm evîndarê evînek bê hêvî
dil û çav li min kirin çemê girî
ez dibêjimê yar tu xakî tu gulî
şax stuwar dibî çilmisî bardikî.
Dil dide ser şopa te penabere
ji ber êşên te birîndar bê çare
ez dibêjim yar tu xakî tu gulî
çi zehmet bî dil ji te venagere.
Ser dilê min neqişa te çêkiriye
bi xwîna sor rengê xwe daye
çend bên tofan te cih girtiye
biborin sal û çax ev dil yê te ye.













































