Gulal Kasanî
Ey bilbilê Têrîjî tu wer bike fîxan
Li Hesekê Newroz cardî, azar me civan
Va kerwan bi rêket biheje çerx û dewran
Ev çi ataf û qedaya, em tê de wer bûn?
Nizanim ne ji xeşma ,yan jî ne xema
Îro konê pindivî
Reş vegirt li çardor ser her xan
Sera, cad û tax ew tirsetor
Azarmeh e, kerb vebû
Xulpelêl lê rabû dij bê olî harebû
Miftî tev sotî bû meha tij zobelat
Bin hilê roja felat di vê roja berbat
bi zana manga me kat ey serkerdeyê çareloq
Mayî bê hestemej
We em kirin wek pezê dijî li deşt e
Bej gazin dê bêjim çend bêje ye
Were rêjim serêş û gêj im
Ne kêm mêj im
Zanepêj im benî pîlanê we pêla
Ber wenda me ez ev birîna bê qemoş
Ji xwînê bû ye kef xwîn a pîroz î
Aza sema ya ney û def ne ji derbê berkepî
Nijadê bê dadî lê ji ber bilmeza
Di hiş me de hatî çandî ger em bi rêz û yek bin
Qendî vî berbarî dê zû bi zû
Ser me hilê ew şeva tarî