Şiyar Silêman
Ez nema zanim te bi çi binav bikim
Biratî , dostanî, hevaltî…..
Tevde têra hezkirina her kesê pakiya dilê te ji nêzîk ve dîtine nakin
Tu welat î, xebat î
Tu mirovahiya rast î
Tu viyan î
Derd î, kul î , tu derman î
Sûlavên kurdistanê yên herûher di helbestên te de rewan diherikîn
Têra rondikên bêrîkirina te nakin
Hîmên Çiyayên kurdistanê yên bilind
Têra berzî û bihêzbûna baweriya te bi doza te nakin
Tevahiya rûber û firehiya kurdistanê
Têra valahiya te di dilê hezkerên xwe de hiştiye nake
Ciwan çi bikim…
Ji roja ku te barkirî
Çav ziwa bûn… di dilde ma barek girî
Ciwan tu çû ….şahiya dil te têk birî
Te arek hişt ….dikim nakim venamirî
Her bîranînek arek e…can disojî ser ta serî
Vehêse can bi gorî
Xuyaye xwedayê dilovan tenê zanîbû
Dilê te nema dikare barê kulên te lê kirne
Ji îro pêve hilgire
Kul û derdên te hîz dibûn
Dema girnijîna te ya xembar didîtin
Dilnexwazên te polî poşman dibûn
Dema di firehiya dilê te de wenda dibûn
Hejariyê xwe her dem têkçûyî didît
Dema nikarîbû moralê te yê berz nimz bike
Û piçekî tenê ji payedariya te kêm bike
Em îro jî bi şerm mukur tên
Em di xwendina nameyên çavê te de her dem têk diçûn
Di melevaniya kûrahiya xewnên te de noq dibûn
Ji berê de pêşiyan gotiye
” jiyan gurzek nêvcî ye”
Lê bawer bike Ciwan
Ew jiyana te ya nîvco
wek helbestên te yên herdem te digot; min nîvco hiştine
Têra nîşanên tekûziyê ji bo sînga sedên afrandyar û jîndaran heye
ew evîna te ya Memanî ya te di hêlîna bêmirdiyê de bê çeng û per hiştibû
dikare gulên sor ên Valantaynên tevaya cîhanê, bireng û bîn bike
Vehêse xembaro
Vehêse dildaro
Vehêse giranbaro .
Istanbol…23/3/2015













































