Ebdulsemd Mehmûd ” Bavê Helbest”
Ji penaberekê re
Buhra çavên qerimî
Di sîtavên xwe de dimeye șevek dîl
Min bi dîwarê vedengê ve
Dijdîne siya dengê te
Min di asoya peyvên xwe de
Dihûne her şev li min dîl dimîne?
Di şeveke sêwî de
Siya dengê te
Min li ber pêlên xwe
Xewar dike
Çi gava bixwazim ji kilîtên xewnên te
rizgar bibim
Siya dengê te min dagîr dike
Her şev li min sêwî dimîne
Di sînorên çavên xwe re
Min bibûrîne di şevên dîl û sêwî de
Min di paxila xwe de biçîne
Li bajarê bumbekirî
Li ber siya dengê xwe
Penaberê tu min razîne
Bi borîna dengê te re
Çemên miçiqî ji kaniyan derbûn
Hin ji bêriya dengê te
Diyarî min li dora xwe belakir
Bi ser piştê ve lukumîm
Ta xwêdanekê sînga min hênik kir
……………………………………………………………..
…………………………………………………
Sal 2113 li Rojavayî Kurdistanê kurdekî çend rûpel ji dîrokê dixwendin:
Rûpela Yekem:
Şêrekî bazdayî ji tirsê digot: Heger min zanîba wê ev welat xwe wêran bike minȇ qula xwe di derya de bikola Ji birçîna me hêlîna xwe xwar..!?
Rûpela Diwem:
Li ber dergehê derya gunehkariyê kurê dêlekê ji kurdekî dipirsî Waaa kurdo tu bi kû ve diçî? Lê vegerand: “Ez diçim civata Cina Niviştekê bînim ji xwînê re, Ji nakokiyê re Ji nehevhezyê re Ji kujerê demê re.! Bû tiqtiqa wî, Cin ji we xeber nadin??
Rûpela Siyem:
Me xwe bi xwe bi leyistoka kîşandina werîsan dilîst, hin ketin, hin şemitîn, hin raketin, hin poz bilind bûn, bi têkçûnê..!
Rûpela Çarem:
Heger min zanîba wê ev rûpel bêne xwendin minê dîrok bişewitanda..!!?