Azad Hemo
Ax ji ber destê hewêna berhemê
Lale qet dernabirî jan û xemê
Ey meded ey dilbera nazik suxen
Ey meded xoş û mefaya seqemê
Xameya xanî ji kû dê bîn me ve
Da vejînim daneya zîn û memê
Terkeka pir kûr e nayê girtinê
Ev newala ancuman û tev demê
Ma ji kû wê bête girtin ev
werîs Ketye nav destê Hekîm û Sînemê
Sezde bûn bûne sî bizrê kulî
Her hemû jî serwerê vê serdemê!
Kursiyê va sikretêra çespe ma
Bin fişara zindikê vê melzemê
Tev Li ser pişta me kortêla dixun
Bergirên zordariya dar û gemê
Rêvebirya gelxwelîser girte ser
Milk û mewdan û diravê vê cemê
Da ji nav arê rijîmê derkevin
Va biraya em kirin nav cehnemê