” êdî mirov li Hesekê li ser nasnameya xwe tê girtin, û tê veguhestin bo girtîgehên taybet, û raserî îşkencekirinê û tundiyê tê, weha mafê mirovê sivîl di jiyaneke azad û aram de binpê dibe.”
Bûye demek welatiyên Kurd ji bajarê Hesekê koçbar dikin ber bi bajarê Qamişlo ve diçin, du sedemên serekî ên vê koçbûnê hene, yek jê ji ber rewşa bajêrî ewlekarî ya tevlihev, sedema diwem ji ber nebûna derfetên kar li bajêr, bi egera van herdû sedeman bajarê Hesekê vala dibe û xelkên vî bajarî ber bi bajarê Qamişlo ve diçin bi mebesta peydakirina jiyaneke aram û dîtina derfetên kar.
Ji çend mehan û şûn ve rêjîma Be’is hewil dide ku hevjiyana aştiyane li bajarê Hesekê têk bide, û navkokiyan di navbera her dû pêkhateyên sereke di bajêr de (Kurd û Ereb) bi-afirîne, ev yek jî bandoreke neyinî li aramiya Hesekê dike û pevçûnên li ser bingehên nijadperestî li taxên bajêr derdixîne, lewra hin welatiyên kurd malên xwe ji Hesekê bar kirin û ber bi Qamişlo ve çûn.
Nebûna derfetên kar li Hesekê sedemek serekî ye ku welatî malên xwe li Hesekê vala bihêlin û li Qamişlo têkevin xaniyên bi kirê, çiku bê kar jî nabe û piraniya malbatên Hesekê li ser karê rojane jiyana xwe ava dikin, Bavê Dilo welatiyeke kurd e, ji nişteciyên Hesekê ye, taxa Salihiyê, dibêje: ” Sedema serekî ku xelkên Hesekê jê koç dikin ew e, nebûna derfetên kar û rewşa aborî ya dijwar ji xelkên Hesekê re, ku roja zilamê malê kar meke, wisa heqê nanê zarokan jî tune ye”
Berî ku şoreş destpê bike, Bavê Dilo di warê avakirina xaniyan de kar dikir, û textên wî hebûn, karȇ wî pir başbû, lê ji du salan û vir de kar rawestiyaye, û tu kes nema avahiyan li Hesekê çêdike, sedemên rawestandina karên avahiyê li Hesekê li gor ku Bavê Dilo şirove dike pir in, ji wan, pêdivî û alavên avahiyê pir kêm bûne û eger peyda bibin wê bi nirxekî pir bilind bin, ji layekî din ve hoste û karker jî nemane û piraniya wan li Herêma Kurdistana Îraqê û Tirkiyê penaber bûne, lê sedema herî giring di nerîna Bavê Dilo de ku avakirina xaniyan li Hesekê bi giştî rawestiyaye, ew e rewşa ewlekarî ya bajêr û metirsiya welatiyan ji derketina şerekî giran li nava bajêr çiku hîn hêzên Rêjîmê li Hesekê hene, herweha rêxistina Da’işê ya tîrorêst nêzîkî bajêr dibe û bajar dorpêç dike, û welatî bi tirs in ku wêrankirina li Kobanê çêbû dîsa li bajarê Hesekê dubare bibe.
Bavê Dilo niha hewil dide ku textên xwe bifroşe û kar û barên xwe li Hesekê bidawî bike, daku mala xwe veguhêze bajarê Qamişlo, ew naçare ku dev ji xaniyê xwe biqere û têkeve xaniyekî bikirê, litev ku ew nebawer e bi vê koçbûnê lê ew bê çare ye, jiber nebûna derfetên kar li bajarê Hesekê.
Ji layekî dî ve, girûpên çekdar ên girêdayî ne rêjîma Be’is û bi navê ” Yên Maskekirî ” tên nasîn, hewil didin ku hevjiyana aştiyane li Hesekê têk bidin, û navkokiyan di navbera pêkhateyên bajêr de bi-afirînin, herçende jiyana welatiyên kurd ên sivîl dixin bin gefê de, û êdî mirov li Hesekê li ser nasnameya xwe tê girtin, û tê veguhestin bo girtîgehên taybet, û raserî îşkencekirinê û tundiyê tê, weha mafê mirovê sivîl di jiyaneke azad û aram de binpê dibe.
Salar Salih
Hesekê