Bê guman rewşa zehmet ya ku bi taybetî herêma ma tê de dijî, nema ji kesî tê veşartin, bêtir ji hemû parizgehên Suriyê ew dorpêçkirin bandora xwe li ser hemû alîyên aborî li herêmên me heye, bandora bêtir li bazirganiya hundirîn bû, ev jî zehmetiyê li peydakirina mêwe û şînkayî û gelek diravên din pir dike, ji ber dorpêçkirin bandorê li tevgera anîn û şandina diravan di navbera hemû parêzgehan de dike.
Ji bo diyarkirina encamên vê dorpêçkirinê li bazirganiya hundrîn û bilindbûna nirxan, (Bûyerpress) ev rapirsîn li ʺsûka halʺ li bajarê Qamişlo amade kir.
Şemdîn Elî (firoşkar e) wek welatiyan ji bilindbûna nirxan gilî dike, ji me re dibêje: ” bazirganên mezin bi nirxan dilîzin û dibêjin ku otombîlên wan dema diravan tînin, ji hêla komên radîkalî û dizên riyan ve tên dizîn, û tenê yên baceyê datînin û têk diçin welatî ne firoşkar in”.
Di derbarê rola temwînê de got: “Ew li gorî tevgera kirînfirotanê nirxan datînin, herweha gihandina diravan û pêdiviyên firotinê wek kîsan û gelek tiştên din pir buha ne û em neçar dimînin ku li ser pişta welatiyan vê buhayê tevlî nirxên şînkayî bikin “.
Cemîl (firoşkar e): ” Berhemên me yên herêmî kêm in, nirx bilind in, bazirganên mezin li gor berjewendiyên xwe di van rewşên awerte de, nirxan hildidin “.
Di derbarê rola temwînê de ji me re da xuyakirin: ” gelek kêmasiyên wan hene di kontrolkirina nirxan û sizakirina bazirganên mezin de”.
Selah (firoşkar e) acizbûna xwe da xuyakirin ji ber bilindbûna nirxan û got: “ev rewşa dorpêçkirinê li herêma me û kontrola bazirganên mezin, sedemine sereke ne ji vê buhabûna mezin re, em dixwazin ji rêveberiya temwînê bi erk û rola xwe rabe, derbarê destnîşankirina nirxan di sûka giştî de û çareyekê ji vê birsgirêkê re bibînin”.
Andrawos lahdo (welatî ye):”Em ji laşê xwe dixun, tiştin hene nirxên wan baş in û hin nayên bawerkirin, bi giştî hemû nirx gelekî bilind in”.
Hesen (welatî ye): ʺpereyên mehaneya me nema têra me dike û me nagihîne nîvê mehê, sedema wê rewşa xelayê û buhabûna mezin ya fêkî û şînkayîyê ye, em dozê li hêlên pispor dikin ku çareyekê ji vê rewşê re bibîninʺ.
Berêz Mihemed Selîm (endamê rêveberya giştî ya temwînê): “Karînên rêveberiyê kêm in, ew nahêle ku em nirxan kontrol bikin û yasayên nû ji bazarê re deynin, pirsgirêka bilindbûna nirxan bi dorpêçkirinê û girtina dergehên sînorî ve girêdayî ye, ev sedem tevlî pirsgirêkên bazirganiya hundirîn, dihêlin em neçar dibin ku bi bazirganên fêkî û şînkayî re danûstandinê bikin, tevî ku ew gelek pereyan didin komên radîkalî û çeteyan ta ku cembên xwe bigihînin, ji ber vê yekê nirx bi hewa dikevin.
Em wek rêveberiya temwînê bi erkên xwe radibin li gor zagonên hundirîn, em bi hêvî ne ku nêzîk ev pirsgirêk çareser bibin û bar li ser milê hemwelatiyan sivik bibe”.
Rapirsîn: Fansa Tammo.
Wergerandin: Şawan Îsa.