Bi bona 27`mîn salvegera Enfalê Dr. Berhem peyamek belav kir û têde ragihand ku, îro jî gelê Kurdistanê rûbirûyê şerekî giran yê hêzên mirovkuj de ye ku armanca wan heman stratîjiya encamderên Enfalê û jenosîda gelê Kurdistanê ye.
Di peyama xwe de Dr. Berhem got: Ew komkujiyên li Şengalê ji aliyê grupa terorîstî DAIŞ ve ate encam danê, revandina keçên Êzîdî, weku windakirina hezaran jin û zarokên Germiyanê û gorên komî ya serdema Enfalê ne.
Dr. Berhem weha berdewam kir: Îro yada 27 saliya tawana Enfalê em bibîr tînin, yada pênaseya biserhatê Kurde di sedsala bîstem de, çewsandin û qirkirina xelkê bê tawan û bernameya tunekirina nasnameya netewî ya gelê Kurd û hewla jinavbirina îradeya berxwedanê ye.
Amaje bi wê yekê jî kir Dr. Berhem got: Em niha li pêş berpirsyartiyekî mezin de ne û divê em xwe ji bo egerên demdirêj yên van kêşe û qeyran û şerê terorîstan amade bikin. Her wek pêwîstiya me bi xwesazdanê heye ji bo pêşveçûnên piştî DAIŞ. Her weha piştî ewqas qurbanî û xwînrijandin û fedekarî çi çedibe, Enfal û Helebçe û Şengal wê me bighînin kur, çi destkeftek ji bo Kurd wê hebe daku qerebuya wan qurbaniyan bide, emê çawa dilniya bin ku wê enfal û Şengalekî dinê rû nedin? Ev yek tenê bi xwestina xwaziyan û bi hêviyan bi cî nayê. Pêwîstiya me bi xwendina hûr yên eger û pêşhateyan heye, pêwîstiya me bi yekrêziya nava mala Kurd û yekîtiyê ji bo hilgirtina berpirsyartiyê û pêkve birêvebirina erkên vê qonaxê heye.
Di berdewamiya peyama xwe de Dr. Berhem Salih dibêje: Divê dazgehên hukmranî û emnî û yên serbazî bên bi sazîkirin pêwîstî bi hêzekî yekgirtî û perwerdekirî û pirrçek heye. Xîtaba me a dîplomasî û siyaseta me ya pêwendiyan pêwîstî bi pêdaçûnê heye.
Li dawiya peyama xwe Dr. Berhem got: Encamên ew gavên bêne avêti dê curek ji dilniyabûnê drust bike ku wê enfalên dinê rû nedin û di heman demê de wê bibe qerebuya manewî ji bo kesûkarên serbilind ên enfalkiriyan. Pêwîste bi rêya dam û dazgehên navdewletî kar ji bo nasandina enfalê bi cîhanê bê kirin û dest bi qerebûkirina û avadankirina navçeyên ziyan gihêştinê bikin.
Xendan