Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku, kes nikare kurdên êzîdî ji Kurdistanê veqetîne. Herwiha tekez li ser wê yekê jî kir ku, divê kurdên êzîdî bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.
Bi helkefta hatina cejna “Çarşema Sor” a kurdên êzîdî, Barzanî di peyamekê de ew cejin li hemû kurdên êzîdî pîroz kir.
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de wiha got: Bi helkefta hatina cejna serê sala êzîdî, cejna Çarşema Sor, pîrozbahiyekî germ li hemû xuşk û birayên kurdên êzîdî yên li Kurdistan û cîhanê dikim.
Barzanî wiha domand: “Kurdên êzîdî mînaka berxwedan û xweragiriya gelê me ne, ku jibilî wan hemû hewlên ji bo qirkirin û jinavbirina wan, tu dijminekî nekariye kurdên êzîdî jinav bibe, lewma jibilî dirindeyî û hemû karên nemirovaneyên terorîstên DAIŞê yên di dema dagîrkirina devera Şingalê de, nekarîn îradeya we bişkînin û berxwedan û xweragiriya we bû peyamek ji bo hemû dost û dijminan ku êzîdî beşekî neveqetiyayî ye ji gelê Kurdistanê.”
Herwiha Barzanî wiha pê de çû: “Her ji bo yekê jî bû ku sedan zarokên Kurdistanê ji Xaneqînê heta digihe Zaxo bi çekê pêşmergatiyê ve ji bo azadkirina devera Şingalê hatin û xwîna xwe ya geş rijandin ser axa wê deverê û şehîd bûn. Xwîna wan şehîdan peyameke zelal e ku tu hewlek nikarê kurdên êzîdî ji Kurdistanê û gelê me veqetîne.”
Barzanî wiha got: “Li sayeya mêrxasî û cangoriya Pêşmerge ve niha piraniya navçeyên devera Şingalê ji destê terorîstên DAIŞê hatine azadkirin û bi piştrastî ve bostek ji axa Kurdistanê di bin destê terorîstan de nahêlin û ev rewşa niha ya xuşk û birayên kurdên êzîdî bi dawî dibe û dê bi serbilindî vegerin nav malên xwe û we piştrast jî dikin ku Pêşmerge dê bibe şureke polayînî ji bo parastina we û hemû pêkhatên Kurdistanê.”
Serokê Herêma Kurdistanê peyama xwe wiha qedand: “Di cejna serê sala kurdên êzîdî de em tekez li ser wê yekê dikin ku bi hemû hêza xwe ve piştevaniya xuşk û birayên xwe yêm êzîdî dikin û divê ew bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û rê nadîn hinek kes çarenivîsa wan diyar bikin û em rijd in li ser parastina wan û dabînkirina paşarojeke dûr ji nexweşî û çewsandinê.”
Rûdaw