Wezîra derve ya berê ya Amerîkayê Hillary Rodham Klinton, bi fermî namzediya xwe ji bo hilbijartinên serokatiya Amerîkayê yên sala 2016an ragihand.
Ev jî cara duyemîn e ku Hillary dibe namzeda serokatiya Amerîkayê, ku sala 2007an namzediya xwe ji bo hilbijartinên sala 2008an ragihandibû û li hemberî serokê niha yê Amerîkayê Barack Obama di partiya xwe de rastî şikestê hatibû.
Hillary Klinton ragihandiye ku van nêzîkan ewê li dewsa ku gotaran pêşkêş bike berê xwe bide cihên giştî û kafeteryayan li çend wîlayetên weke Lowa û New Hamşeyr û bi awayekî rasterast bi xelkê re biaxife.
Bi vê yekê jî Hilary Kilînton dibe yekemîn namzeda demokratan ji bo hilbjartinên 2016an.
Rûdaw