Rûniştina roja sêyan a 2´yemîn Forma Şêwirê ya Moskow ku arîşeyên Sûriyê û rêyên çareseriyê t gotûbêjkirin bi dawî bû.
Di rûniştina îro ku li Moskow paytexta Rûsya pêk Şandeya Rêveberiya Xweser, opozisyona Sûriyê û Nûnerên Rêjîma Be`es, her wiha nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY) tevlê bûn.
Di civîna duh ku di navbera Rêveberiya Xweser û opozisyona Sûriyê pêk hat de li ser riyên çareseriya pirsgirêkên Sûriyê gotûbêj hatibûn kirin û li ser mijara, ˝ Divê xalên civîna yekemîn a civîna Cinêvê li ber çavan bêne girtin û bi taybetî ezmûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hemû ezmûnên din yên ji bo çareseriyê bêne lêkolînkirin˝ li hevhatin çêbibû.
Her wiha herdu aliyan li hev kiribû ku van mijaran di civîna îro de bînin ziman û li ser şandeya rêjîmê jî ferz bikin.
Xendan