– Çavê min li hêviya yekîtiya kurdan qerimî.
– Em çar xortê Kurd bûn, ez û xortek ji Amûdê bû navê wî Ebdilwehab bû, Ebdila Me’rûf ji Kurdistan Iraqê bû, û mamoste Fûad Me’sûm.
– Bernameyên me ev bûn: Nûçeyên siyasî – Nûçeyên kurdewarî bi giştî- Bernameya rêzimanê kurdî- Bernameya stranan navê wê(Peyamên guhdêran)bȗ.
– Karê me rojê sê se’et bûn, du se’et ji wan ji wergir û amadeya nûçeyan re bû, û se’ta dî ji weşanê re bû.
– Cemîlê Haco ji min re got: Ezbenî tu li Misrê diaxivî em li vir ditirsin.
– Carnan ez ji rûpelan derdiketim û min ya dilê xwe digot.
– Rewşa min a aborî alîkariya min nake ku ez pirtûkên xwe çap bikim.
– Izgeha Anqera û Tehranê ji karê me nerazîbûn didan, û timî karê berpisiyarê wan herdû Izgehan ew bû ku beşê Kurdî rawestȋnin?
– Me 50’î Cinêhên Misrî werdigirt, ez bi xwe gelek xwîngerm bûm û di karê xwe de gelek çalak bûm.
– Nexasim bavê min ji Celadet û Kamȋran Bedirxan dûr neket û ser ji hevdû qut nekirin.
– Dilê min li ser Welatê me Sûriyayê xemgîn e.
Hevpeyvîn: Ehmed Bavê Alan
…………………………………………………..
Malbata Şêx Birahîm Heqî, bavê Şêx Ednan Heqî li seranserê Kurdistanê Pirr bi nav û deng in. Ew bi xwe dûndên Şêx Hisênê Şêx Xalidê Zêbarî ne. Şêx Xalid dema ku ji Zêbar daket Kurdistana Bakur bi navê Şêx Xalidê Zêbarî hat naskirin. Li wir kurê wî Hisên dest bi xwendina olî kir, xwendina xwe bi dawî jî kir. Ji ber ew di xwndina xwe de jêhatî bû nav û dengê wî derket. Tekî û dibistanên olî vekirin, bû yekem Şêx di Kurdistana Tirkiyê de.
Piştî ku şagirtên wî çêbûn, navê wî li Kurdistana Tirkiyê derket, Bedirxan Paşa, Mîrê Botanê, Şêx Hisênê Zêbarî kir lêvegerek ji mîrnişîniya xwe re.
Şêx Hisênê Xalidê Zêbarî, ne tenê nav û dengê wî di ola Mislmaniyê de derketibû, Lê belê ew bi xwe zaneyarekî zemanê xwe bû. Şêx Hisênê Xalidê Zêbarî wek ku me destnivîsên wî dîtin, Zaneyarekî asîmanî bû, di destnivîsên wî de diyar e bê çawa di wê demê de ew î Goka Zemînê destnivîs kiriye, demjimêra roj û heyvê û hemî demên rojê dane xuyakirin, navên welatê dûr û nêzîk li ser goka xwe ya zemînê neqişandine.
Erşîfa Malbata Şêx Ednan Heqî, pir zengîn e,û bi cûmerdî Dr.Qani’ Heqî ew dane me ta ku em ji xwendevana re biweşînin.
Şêx Ednan Heqî xwedê temenê wî ji me re dirêj bike, tevlî ku tendurstiya wî ne saxlem e, û berî ku berê xwe bide koçberiyê, bi sîngek fireh em kirin Mêvanê xwe û axivî:
“Kurê min tu li ser çavên min hatî, tevlî ku ez gelek têşim lê civata te dilê min geş dike, çimkȋ tu ji min re stranê Botan Pêdixî, wêneyên kurdî jî pêş min dikî, û ya herî xweş ku em helbestan jî dibêjin. Qonaxên jiyana min pirr in, min jiyana xwe tev di xidmeta ol û peyama pêxember Muhemed de bûrand, wisa jî malbata min, em hatin naskirin wek ku te pêşgotina xwe ji min re xwend.
Piştî serkeftina min di bawernameya duwayî de, bavê min berê min da Misrê ji bo ku li Ezhera Şerîv xwendina olî bixwînim, li vir wek ku min ji te fam kir ku ev qonaxa jiyana min a Misrê ji te re giring e. Vêce min xwendina xwe bi kar tanî, rojekê Şêx Umer Wecdî têkilî bi min re kirin, Şêx Umer Şêxekî Ezherî bû “Wek ku bi erebî dibêjin” Ew ji kurdê ku li Misrê dijîn, lê koka wî ji Mêrdînê bû, ji bilî karê wî yê Ezherê ew bûbû birêvebirê beşê Kurdî di Izgeha Misrê de, ew beş nû jî hatibû çêkirin. Şêx Umer ji min xwest ku ez di beşê Kurdî de kar bikim, yekser min erêniya xwe da Şêx Umer, em çar xortê Kurd bûn, ez û xortek ji Amûdê bû navê wî Ebdilwehab bû, Ebdila Me’rûf ji Kurdistan Iraqê bû, û mamoste Fuad Me’sûm hevalê min î herî nêzîk ew bû, niha bûye serok komarê Iraqê û têkiliyên xwe ji min qut nekirine, serkêş û alîkarê me bû.
Karê me rojê sê se’et bûn, du se’et ji wan ji wergir û amadeya nûçeyan re bû, û se’ta dî ji weşanê re bû, piştî ku me pirogramê xwe amade dikir, me dişand bîroya Şêx Umer, ew î jî pȇşniyarê xwe didan me, û îmze dikir, ji weşanê re amade bû, weşana me her roj di se’et 1 ê’ nîvro de bû.
Bernameyên me ev bûn: Nûçeyên siyasî – Nûçeyên kurdewarî bi giştî- Bernameya rêzimanê kurdî- Bernameya stranan navê wê(Peyamên guhdêran)bȗ.
Me 50’î Cinêhên Misrî werdigirt, ez bi xwe gelek xwîngerm bûm û di karê xwe de gelek çalak bûm, rola min wek Şêx Ednanê Birahîm Heqî û dengê min dighişt Kurdistanê dihişt ku gelek guhdêrê beşê Kurdî hebin. Min jî bi mêranî navê xwe eşkere dikir, û min li tiştekî nedipirsî.
Rojekê Cemîlê Haco ji min re got: “Ezbenî tu li Misrê diaxivî em li vir ditirsin”.!?
Min gelekî banga yekîtiya Kurdan dikir, û Şêx Umer jî texsîr nedikir ku carnan ez ji rûpelan derdiketim û min ya dilê xwe digot, ji vê yekê Izgeha Anqera û Tehranê ji karê me nerazîbûn didan, û timî karê berpisiyarê wan herdû Izgehan ew bû ku beşê Kurdî rawestȋnin?
Xwesteka wan ew bû ku dengê Kurdan dernekeve, lê wê kî dengê min biseknîne, ji xwe hevalê min ê delal Dr. Fuad Me’sûm gelekî ji min û karê min razî bû, ta niha jî ew î pêwendiyên xwe ji min qut nekirine, timî jî telîfonî min dike.
Min xwendina xwe ya olî li Ezhera şerîf bidawî kir vgeriyam welêt, bûme mamosteyê waneyên ola islamî li gelek dibistanê Qamişlo, û ên li Şamê jî min wane dane şagirtan, û li dervî Sûriyayê jî min gelek mamosteyî di zanîngehan de kiriye.
Malbata me malbatek kevnar e, û navê wê li seranserê Kurdistanê de heye, em ji gelê xwe tucarî dûr neketine. Têkilyên me gelek bi malbata Bedirxan Başa re hebûn, gelek peyamên malbata Bedirxan Başa li rex me hene hin ji wan ji bavpîrê min re bûn û hinê dî ji bavê min re bûn, çimkû em Şêxê wan bûn, û lêvegera mîrnişîniya Botanê bûn, û li Sûriyayê jî malbata min nexasim bavê min ji Celadet û Kamȋran Bedirxan dûr neket û ser ji hevdû qut nekirin.
Min gelek berhem nivîsîne, û çap jî bûne, hin jî hene hîn destnivîs in, rewşa min a aborî alîkariya min nake ku ez wan çap bikim, nexasim bîranînên min. ji berehemên min:
“Pirtûka Sofîtiyȇ” ez tê de sofîtiyê şîrove dikim, koka wê û bandora wê li ser civaka Islamî, û rewşa wê gihaye ku.?
Min gelek di xortaniya xwe guh dida zimanê Kurdî min bi Kurdî baş dizanî binvîsim û bixwînim jî, ta niha jî, lê piştî ku armanca min bû ku ez karibim di xwendina xwe a olî de gelek tiştan zelal û eşkere bikim, û di pirtûkên min yên çapkirî de diyar e.
Di xortaniyê de min gelek tişt dinvîsîn, û di rojname û kovaran de diweşandin, lê niha ji pêvî ku ez pirtûkên xwe yên girêdayî bi afrandinê ji hȇla olî de tiştekî nikarim binivîsim.
Ez niha li Qamişlo me û va tu rewşa min dibînî, êşê pirr xwe li ser min zor kirî, hew çara êşa min dibe, rewş li welatê me Sûrî xerab e, dibe ku ez koçber bibim ta ku ez karibim xwe derman bikim ji vê dibe ku di demek nêz de ez herim Tirkiyê. Zarokên min jî her yek li welatekî dijî, tev ji bo ku karibin xwe û zarokên xwe xwedî bikin, bi rastî her kes min nas dike, min guh neda malê dinyayê, lewma rewşa min a aborî tenike û zarokên min bi welatên dinyaniyê ketine .
Tu dibêjî çima tu xemgîn î? Kurê min! Min bêriya Zarokên xwe kiriye. Dilê min li ser Welatê me Sûriyayê xemgîn e, çavê min li yekîtiya kurdan qerimî, rewş hestiyar e û diyar e em nizanin em di çi rewşê de ne.
Tȇbȋnȋ: ji ber giringiya vȇ hevpeyvȋnȇ me dȋt ku em careke dȋ biweșȋnin, ev hevpeyvȋn di rojnameya Nȗdem de weșiyaye.